Wesiyeta roboskiyiyên ku bêyî edalet pêk bê jiyana xwe ji dest dan: Hesab bipirsin 2021-12-28 09:02:53 ŞIRNEX - Tekane wesiyeta kesên piştî Komkujiya Roboskiyê jiyana xwe ji dest dan ew bû ku kesên ên mayî hesab ji kujeran bipirsin.  Di ser komkujiya Roboskiyê re 10 sal derbas bûn. Malbat hê jî li benda edaletê ne. Piştî komkujiyê gelek ciwanên malbatan jî ji ber ku hêviya wan a ji bo edaletê nema berê xwe dane çiyê. Hin ferdên malbatan jî bêyî ku bibînin kujer hatine dîtin û darizandin jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van kesan jî Mîran Encu, meta Vedat Encu yê 43 salî bû ku di sala dudoyan a komkujiyê de ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest dabû. û heya kiryarên komkujiyê bên dîtin û darizandin dê tekoşîna wan bidome.     ‘DAXWAZA WÎ DÎTINA KUJERAN BÛ’    Salih Ûysal, bavê Ozcan Uysal ê 17 salî ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû. Dayik Turkan Uysal bibîr xist ku bavê kurê wê Salîh Encu, her roj pirsa kurê xwe dikir û got: "Çima sûcdar nayên darizandin. Piştî wê komkujiyê bavê wî he wbi xwe ve hat. Ji ber ku wî ew ji xwe re re dikir derd û kul krîza dil derbas kir. Hevjînê min Salih her tim digot, 'Divê kiryar bên dîtin û bên darizandin.' Lê ew berî ku sûcdar bên dîtin mir.”   TEKOŞÎNA WÊ NÎVCO MA   Kadriye Encu, dayika Hamza Encu jî di 23’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû. Kadriye Encû gava sax bû ji bo edaletê tim têdikoşiya. Heya roja jiyana xwe ji dest da jî daxwaza wê ew bû ku edalet ji bo Roboskiyê pêk bê.    Keça wê Taybet Encu, anî ziman ku dêya wê bêyî ku kujeran bibîne jiyana xwe ji dest daye û got: “Dêya min her tim ji me re digot, ‘Tu caran dev ji tekoşîna birayê xwe bernedin. Heta dawiyê hesab bipirsin.’ "   'HESAP BIPIRSIN'   Taybet Encu, da zanîn ku dêya wê wasiyet li wê kiriye ku tekoşîna wê ya ji bo edaletê bidome û got: "Dêya  min her tim digot, ‘Heger ez bimrim, bi cesaret bin û cihê min tije bikin.’ Dêya min gelekî têkoşiya. Lê tekoşîna wê ya jı bo edeletê nîvco ma. Kiryarên birayê min nehatın dîtin. Wesiyeta döya min ew bû ku ev tökoşin bıdome. Ez bawer nakim ku ez bi qasî dêya xwe wêrek bim. Lê dîsa jî ez ê tekoşîna wê bidomînin û tu carî dev jê bernedim.”    MA / Zeynep Dûrgût