Qurbaniyên Roboskî li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Heta edalet li Roboskî bicih nebe bila kes behsa helaliyê neke 2021-12-28 12:04:08   ŞIRNEX - Li gundê Roboskiyê 34 qurbaniyên komkujiyê di salvegera 10’emîn de li ser gora xwe tên bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin heta edalet li Roboskiyê bicih nebe wê edalet neyê Tirkiyê û helalî jî pêk neyê û peyama hesabpirsîna komkujiyê hat dayîn.    Li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê bombe li şêniyên gundê bazirganiya sînor dikirin barand û di encama êrişê de 19 jê zarok 34 welatî hatin qetilkirin. Bi minasebeta salvegera 10’emîn a komkujiyê 34 qurbanî li ser gora xwe ya li Goristana Gundê Roboskî hatin bibîranîn. Beriya bernameya bîranînê malbatên Roboskî wêneyên qurbaniyan dan destên xwe û meşiyan goristanê. Malbatên Roboskî, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TTB) Erînç Sagkan, serokên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê û bi sedan kes beşdarî bernameya bîranînê bûn.    Bernameyê ji bo bîranîna qurbaniyên Roboskî bi rêzgirtinê dest pê kir.     DÎLSÎZ: DIVÊ KUJER WERIN DARIZANDIN   Ewilî Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz axivî û got: “Êdî li ser vê axê taqeta me ji komkujî, kuştin û bêedaletiyê re nemaye. Sed sal jî di ser vê komkujiyê re derbas bibe em ê ji bîr nekin û heta kujer û berpirsiyar derkevin holê û werin darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    SAGKAN: PÊÇANDINA BIRÎNAN RÊYA HIQÛQ Û EDALETÊ YE    Serokê TTB’ê Erînç Sagkan jî axivî û destnîşan kir ku îro wan dixwest ne bi qerenfîlan lê bi edalata di destê wan de werin Roboskiyê û got: “Rêya pêçandina birînan di bicihanîna hiqûq û edaletê de derbas dibe. Ji bo ku birîna Roboskî were kewandin û rondikên çavê dayikan bisekine em ê têbikoşin.”    EREN: DIVÊ ÊDÎ EDALET WERE ROBOSKΠ   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî anî ziman ku dosyeya failan di qeydên dewletê de veşartî ne û got: “Heta îro em li ser vê erdnîgariyê li Kurdistanê hatin qetilkirin. Faîl diyar in lê tên veşartin. Heta ku edalet neyê Roboskî kes nikare behsa edaletê û helalîye bike. Divê êdî edalet were gundê Roboskiyê.”    PÊKHATINA HEQÎQETE   Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari ya ku ji Komîsyona Baweriyan a HDP’ê Berpirsiyar e jî axivî û destnîşan kir ku divê heqîqet derkevin holê da ku bêedaletiya li Roboskiyê bi dawî bibe.    OZTURK: HETA EDALET NEYÊ ROBOSKIYÊ HELALÎ PÊK NAYÊ    Pişt re Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û wiha got: “Malbatên me hezkiriyên xwe winda kirin. Lê ji kesî deng dernakeve. Dinya alem dizane ku kî vê komkujiyê pêk aniye. Eşkerenekirina berpirsiyaran û kujeran êşa malbatan qat bi qat zêdetir dike. Dibêjin ‘em ê kurdan bikujin û bajaran bi ser serê we de xera bikin, em ê hesab nedin’. Dibêjin ‘em mêtinger in û hûn koleyên me ne’. Ev yek çareserî nayine. Tenê ne ciwanên Roboskî hatin parçe parçe kirin, gelê kurd û cîhan hatin parçe parçe kirin. Yên ku lêborînê dixwazin û behsa helalîye dikin divê ewilî hesabê Roboskî, Zîlanê, Dersimê bidin û wisa helalîye bixwazin. Birêz Ocalan got daxwaza avakirina Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan kiribû. Lê nehat avakirin. Birêz Ocalan diyar kiribû ku ev komkujî berdewamiya tasfiyeya siyaseta gelê kurd e û dixwazin bi vê komkujiyê kurdan û tirkan bidin şerkirin. Êşa me kêm nabe û hêrsa me zêdetir dibe û êşa me wek a malbatên me hêj teze ye. Heta em hesabê van komkujiyan nepirsin wê ne edalet were Tirkiyê û ne jî wê helalî pêk were.”     ENCU: CILÊN ME REŞ IN Û DILÊ ME ŞA NEBÛYE    Pişt re Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Ferhat Encu ku yek ji wan malbatên qurbaniyan e jî wiha axivî: “Di van deh salan de me gelek komkujiyan dît. Me di van salan de hestên xwe û nêrînên xwe ji raya giştî re eşkere kir. Lê heta îro dilê malbatên Roboskî, dayikên me şa nebûye û aş nebûye. Hêj em di şînê de ne û cilên me reş in. Em reş lixwe dikin. Ev têkoşîna me têkoşîna heqîqet û edaletê ye. Hêviya me ew ku zêdetir xwedî derketinek ji bo malbatên Roboskî derkeve. Dixwazin ser dosyeya Roboskî were girtin û tarî bimîne. Cihek nema ku me serî lê neda lê mixabin tu encam derneket. Heta em hesab ji berpirsiyarên komkujiya Roboskî nepirsin û komkujiyan dernexin holê wê têkoşîna me ya edaletê bi dawî nebe.”    'EM Ê HELALIYÊ NEKIN'    Ferhat Encu nameya Serokê Roboskî-Derê ya bi KHK'ê hat girtin Velî Encu yê li Girtîgeha Bafraya Samsûnê girtî ye xwend. Velî Encu di nameyê de dibêje ew ê bi kesên ku li Roboskiyê sîtila zilm û bêedaletiyê didin kelandin re li hev neyên û helaliyê nekin. Encu di nameyê de diyar dike ku ew ê wek malbatên Roboskî bibin kelemê çavê berpirsiyarên Komkujiya Roboskî û wê her têkoşîna xwe bidomînin. Encu destnîşan kir ku ew carek din bi êş û kul dibêjin ku deynê wan edaletê ku bidin 24 qurbaniyên xwe heye.    Piştî axaftinan li ser goran dua hatin xwendin û beşdaran qerenfîl danîn ser gorên qurbaniyên û merasîma bîranînê bi dawî bû.