Parêzeran giliyê rêveberiya Girtîgeha Kandirayê kirin 2021-12-28 12:24:23   STENBOL - Parêzerên Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê ku piştî îşkenceya sîstematîk û tecawiza lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da, weke berpirsyarên tiştên hatin qewimîn giliyê rêveberî û karmendên girtîgehê kirin.    Parêzerên Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kocaeliyê jiyana xwe ji dest da, ji bo giliyê rêveberî û karmendên girtîgehê bikin, bi daxwaznameyekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê dan. Parêzeran di daxwaznameya xwe de diyar kirin ku ji ber biryara nepen a li ser dosyayê ji derveyî dosyayê hatine hiştin û wiha gotin: “Gezer ji ber ku girtî bû di bin ‘parastina cemaweriyê’ de bû. Lê belê rêveberiya girtîgehê ev erka parastinê binpê kir û ji mirina Garîbe Gezer asta yekemîn bû berpirsyar.” Parêzeran qala nameya Denîz Tepelî ya derbarê mirina Gezer de ji wan re hatiye şandin û şahidiniya Resmiye Vatansever kir û di daxwaznameyê de cih dan mirina Gezer.    DAXWAZA DOZA CEMAWERIYÊ KIRIN   Parêzeran, di daxwaznameya xwe de destnîşan kirin ku rêveberî û karmendên girtîgehê sûc kirine û wiha gotin: “Li gor qanûnên navxweyî û navnetewî em dixwazin ku derbarê berpirsyaran de doza cemaweriyê were vekirin.”