Di Doza Kobanê de muştekî bi nakokî axivîn 2021-12-28 14:09:41   ENQERE - Doza Kobanê berdewam dike. Muştekiyan di dozê de îfadeyên nakokî gotin û nûçeyên di çapemeniyê de derketine wek hêcetên gilîkirinê nîşan dan.    Danişîna 8’emîn a Doza Kobanê di roja 6’emîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê yên berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin. Parêzer, malbatên girtiyên tên darizandin û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin. Hin siyasetmedar beşdarî dozê nebûn, hin siyasetmedar jî bi riya SEGBÎS’ê beşdarî danişîn bûn.    Muştekiyên bi navê Saadettin Yuvanç, Samet Mert Sincan û Bedriye Saka Balci bi SEGBÎS’ê ji bajarên cuda beşdarî danişînê bûn. Li muştekiyan hat guhdarkirin. Muştekiyan gilîkirinên xwe gotin. Parêzeran di navberê de pirsan ji muştekiyan kirin.    Di îfadeyên muştekiyan dan de nakokî derketin holê û hat xuyakirin îfadeyên wan hev nagirtin. Her wiha ev muştekî hêceta gilîkirinên xwe jî nûçeyên di çapemeniyê de derketine dan nîşandan. Parêzeran îtîrazî gilî û gazinên bi nakokî yên muştekiyan kirin.    Danişin bi axaftina parêzer û siyasetmedaran berdewam dike.