Êrişa li dijî HDP’a Bahçelîevlerê hat şermezarkirin: Em natirsin 2021-12-28 16:59:23 STENBOL - Girseya HDP’ê xwest li Meydana Şîrîneverlê êrişa li ser partiya xwe şermezar bike lê polîsan girseyê asteng kir. Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol got, “Hûn çi bikin jî em natirsin.”  Êrişkerek navê wî hêj nehatiye zanîn bi demanceyê û kêrê êrişî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bahçelîevlera Stenbolê kir û du endamên partiyê bi sivikayî birîndar kir. Li ser agahî belavbûna êrişê girsey û rêveberên HDP’ê herikîn ber avahiyê û li hev kom bûn. Girseya HDP’ê xwest derbasî Meydana Şîrînevlerê ya nêzîkî avahiya HDP’ê ye bibe, lê polîsan girseyê asteng kir û destûr neda li meydanê daxuyanî were dayîn.    ‘EM NATIRSIN Û NATEPISIN’    Li ser astengiyê Hevseroka Rêxistina HDP’ê y Bajarê Stenbolê Îlknûr Bîrol bertek nîşanî astengiyê da û wiha got: “Bila zîhniyeta faşîst bizanibe ku wê HDP çok danenîne. Heke ew hûn difikirin ku bi kuştina me dê serê me bitewe, we hêj me nas nekiriye. Em gel in. Çawa ku me berê ev plan ji holê rakir, em ê dîsa jî bikin. Heta ku ev zîhniyeta faşîst a ku difikire desthilatdariya xwe li ser piya bigire, bicihime biçe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ev êrîş sîstematîk in. Viya baş bizanibin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em natirsin û natepisin. Em ê guh nedin we û serê xwe li ber we netewînin.”    Girseya HDP’ê li ber avahiyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.