‘Bi girtîgehan dixwazin civakê dîzayn bikin' 2021-12-29 09:18:28 MÊRSÎN - Sekreterê TÛAY-DER'ê yê Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş diyar kir ku armanca tahdeya li girtiyan tê kirin dîzaynkirina civakê ye. Altûntaş, destnîşan kir ku heya tecrîd bi dawî nebe dê tu pirsgirêk çareseser nebin.  Tahde û pêkanînên kêfî yên li girtîgehan didomin. Girtiyên ku mafên wan ên tenduristiyê tên binpêkirin jiyana xwe ji dest didin. Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re jî nayên bersivandin û her diçe tecrîd girantir dibe.    Sekreterê Komeleya Alîkariya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Çûkûrovayê (TÛAY-DER) Ergîn Altûntaş, tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxandin.    MALBAT TÊN CEZAKIRIN   Altûntaş, diyar kir ku armanca avakirina girtîgehan kontrolkirina muxalifan û bêdengkirina wan e, lewma li girtîgehan polîtîkayên çewisîner tên pêkanîn. Altûntaş got: "Îqtidar bi qanûnên înfazê yên di dema pandemiyê de çêkirin, xwest muxalifan bitepisîne. Xwest tevî girtiyan malbata jî ceza bike. Girtiyan birin girtîgehên gelekî dûrî malbatan. Ev tişt sirf ji bo malbat bên tepisandin û nerihet bibin hatin kirin. Girtiyekî ji Çûkûrovayê dibin Behra Reş. Ma wekî din îzahiyetk vê yekê heye? Ji derve gava meriv li vê yekê mêze bike, dibe ku wekî tiştekî ji rêzê bixuyê. Lê ev tê wateya tecrîdkirina malbatan."    ARMANc DÎZAYNKIRINA CIVAKÊ YE    Altûntaş, anî ziman ku sedema krîzên aborî û civakî yên Tirkiyeyê polîtîkayên "ewlehîparêz" ên 40 salî ne û bi tecrîda li Îmraliyê re meseleya kurdî bê çareserî hatiye hiştin. Altûntaş, anî ziman ku ev israr bi taybetî bûye sedema krîzan û got: "Divê tecrîd Îmraliyê tenê bi giravê neyê sînordarkirin. Pergala tecrîdê ya Îmraliyê, di şexsê Birêz Ocalan de li tevahiya girtîgehan belav bûye. Wekî polîtîkayekê dane ber me. Her wiha bi tahdeya li girtiyan re jî dixwazin civakê dîzayn bikin."    ÇARESERÎ DEMOKRASÎ YE   Altûntaş, destnîşan kir ku heya tecrîd bi dawî nebe dê tu pirsgirêk çareser nebin û got: "ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê mirov li çavkaniya wê mêze bike. Yan na dê tu fêdeya wê tune be, dê mesele kûrtir bibe. Îqtidarên ku meseleya krudî ber bi neçareserkirinê ve birin, bûn partiyên atbelayê. Ger tecrîd bê bidawşkirin û meseleya kurdî bê çareserkirin dê demokrasiya Tirkiyeyê zexm bibe. Dê bi pêşketina demokrasiyê re hemû krîzên civakî, siyasî û aborî ji holê bên rakirin."