Serokê BAF’ê yê berê wê îfadeyê bide 2021-12-29 10:38:14   ÎZMÎR - Serokê Federasyona Elewî ya Brîtanyayê yê berê Îsrafîl Erbîl, piştî li Îzmîrê hat binçavkirin hat berdan.    Serokê Federasyona Elewî ya Brîtanyayê (BAF) yê berê Îsrafîl Erbîl, duh bi şev li Îzmîrê di otela lê dima de hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Erbîl ji ber axaftina xwe ya îsal di bîranîna Komkujiya Mereşê de kiriye, hatiye binçavkirin. Erbîl, ê hat binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Qereqola Sarniç a Gazîemîr. Erbîl ê bêyî îfadeya wî bigirin hat berdan wê îro li Edliyeya Bayrakliyê îfadeyê bide dozgeriyê.    Saziyên elewiyan bertek nîşanî binçavkirina Erbîl dan û ji bo piştevaniyê li pêş Qereqola Sarniç a Gazîemîrê sekinîn.    Erbîl, ê piştî hat berdan axivî û wiha got: “Bila hevgirtina me daîmî be. Ji ber axaftina xwe ya bîranîna Komkujiya Mereşê ya di sala 2021’ê de cara 2’yemîn hatim sûcdarkirin. Bi heman sedemê beriya niha jî li Stenbolê li balafirgehê hatibûm binçavkirin. Her cara em werin Mereşê wê dozê li me vekin. Lê em ê hatina xwe ya Mereşê bidomînin û israr bikin ku dewlet bi komkujiyan re rû bi rû bimîne.”