Doza Denîz Poyraz: Divê hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin 2021-12-29 11:36:22 ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan beriya danişîna ewil a doza Denîz Poyraz li ber edliyê axivî û got: “Heta ku hêzên li pişt kujer neyên darizandin û heta hesab nedin, wê ev kar neqede. Wê hesab bidin.”    Li Îzmîrê di 17’ê Hezîranê de kujerê bi navê Onur Gencer bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê de girtibû. Di êrişê de xebatkara partiyê Denîz Poyraz hatibû qetilkirin. Danişîna ewila doza ku kujer Gencer jê tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliya Îzmîrê tê lidarxistin.    Beriya danişînê li ber edliyê daxuyanî hat dayîn. Ji aliyê Tirkiyê gelek kes ji bo piştevaniya dozê li ber edliyê di daxuyaniyê de amade bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de gelek serok, hevserok, berdevkên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl û rêxistinên hiqûqê beşdarî daxuyaniyê bûn û piştevaniya dozê dikin. Serokên 29 baroyên bajarên cuda jî beşdarî danişînê bûn. Dayik û bavê Denîz Poyraz jî li daxuyaniyê bûn û beşdarî danişînê dibin.    Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî qetlîam û êrişan em mil bidin milê hev. Faşîzm wê têk biçe û em ê bi ser bikevin” hat vekirin û bênavber dirûşm hatin berzkirin.    ‘GULE BERDAN AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ’    Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan li ber edliyê daxuyanî da û wiha got: “Guleyên ku berdan Denîz di heman demê de berdane aştiyê û demokrasiyê. Bi mehan e hêzên li pişt qetlîamê nehatine eşkerekirin. Wê roja ku Denîz qetil kirin, planek mezin a aloziyan amade kiribûn. Gule berdan aştiya vî welatî. Guleyên li Denîz ketin di heman demê de li hêviya jiyana bi hev re ya li vî welatî ketin. Yên ku vî kujerî şandin ser avahiya me li pey aloziyek mezin in. Lê gelên Tirkiyê destûr neda vê aloziya mezin biqewime. Bi milyonan kes bû Denîz û xwedî lê derketin.”    ‘DIVÊ HÊZÊN LI PIŞT KUJER WERIN DARIZANDIN’    Bûldan destnîşan kir ku qetlîam ji zimanê îqtidarê pir ne dûr e û got: “Heta ku hêzên li pişt kujerên Denîz dernekevin holê mixabin wisa xuya dike ku wê li vî welatî cinayet berdewam bikin. Duh heman êriş li dijî avahiya partiya me ya Bahçelîevlera Stenbolê pêk hat. Lê êrişa wan neçû serî, bi ser neket. Yên ku vê atmosferê diafirînin bila viya baş bizanibin; gelên Tirkiyê wê destûr nede faşîzma we, nijadperestiya we û wê nehêlin ku însan şer bikin. Em îro li Edliyeya Îzmîrê ne û wê kujer were darizandin. Lê belê em dîsa dibêjin, heta ku hêzên li pişt vî kujerî neyên darizandin û heta hesab nedin wê ev kar neqede.”   ‘EM Ê DEST JI HIQÛQÊ BERNEDIN’    Bûldan anî ziman ku Onur Gencer li Minbicê hatiye perwerdekirin û wiha got: “Em bi zîhniytek ku vî kujerî diparêzin re rûbirû ne. Em ê hevdîtinên wî yên li miduriyeta polîsan bi kî re axivî ye bidarizînin. Di ser bûyerê re 7 meh derbas bûn ji bilî kujer kes nehatiye tespîtkirin. Em soz didin Denîza xwe, hevrêya min Denîz li wî cihê te lê çavê xwe girtiye, bila dilê te ne pêve be, em ê hesabê te bipirsin. Wê kujer û yên li pişt wan hesab bidin. Yên Denîz qetil kirin û êrişî avahiya partiya me Bahçelîevlerê kirin wê hesab bidin. Yên kujeran araste dikin wê hesab bidin. Em ê qet û qet dest ji doza xwe û hiqûq û edaletê bernedin.”    Piştî axaftina Bûldan nûner û rêveberên partiyên siyasî jî axivîn û bertek nîşanî qetlîamê û neeşkeririna berpirsiyaran dan.