Jinan ji bo Denîz Poyraz edalet xwestin 2021-12-29 11:58:52   ÎZMÎR - Jinên beriya danişîna doza Denîz Poyraz axivîn, daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin û bi lêv kirin ku wê têkoşînê bilind bikin.    Danişîna ewil a doza derbarê Onûr Gencer ê ku di 17’ê Hezîranê de di êrişa çekdarî ya li dijî avahiya Partiya Demokratîk Gelan (HDP) ya Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kir, hatiye vekirin dê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya li Bayrakliyê were dîtin. Beriya danişînê piştî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan endamên Jin bi Hev re Bihêzin yên Îzmîrê li pêş edliyeyê daxuyanî dan çapemeniyê.    Jinan pankarta “Denîz Poyraz serhildana me ye” vekirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Denîz Poyraz nemir e” , “Bijî piştevaniya jinan” , “Soza me ya ji bo Denîzê Aştî ye” û “Ne edalet mêr edaleta rastî” berz kirin. Li ser navê jinên dowizên “Denîz Poyraz di têkoşîna me de dijî” , “Ne parêze, bidarizîne” hilgirtin, Dîdar Gul daxuyanî xwend. Gul, anî ziman ku ji roja Denîz hatiye qetilkirin ve li kolan û qadan ji bo Denîzê edaletê dixwazin û wiha got: “Em ji bo hevrêya xwe Denîzê îro jî li pêş Edliyeya Îzmîrê edaletê dixwazin.”   ‘WÊ JIN TÊKOŞÎNA DENÎZÊ BIDIN JIYANDIN’   Gul, dazanîn ku doza îro li vir dest pê dike ne doza cînayetê ye û wiha berdewam kir: “Ev doz doza kurdan, jinan, xizanan, bi hezaran kesên tune hatine hesibandin û hatine kuştine. Polîsan bi tu awayî bergirî negirtine û êriş paşguh kirine. Lêkolînên beriya darizandinê hatin kirin jî eşkere kirin ku sûcdar ne tenê ewê Denîz qetil kiriye ye, her yekîneya dewletê ye. Bila nebêjin têkoşîna hevrê, heval, xwişka me Denîzê di nivî de ma, dengê pêlavên wê ji taxan nayê. Em ê ji bo her dengê we bêdeng kirine hezar caran biqîrin. Wê jin têkoşîna Denîzê bidin jiyandin. Heta ku hemû berpirsyarên vê komkujiyê yek bi yek neyên darizandin, em ê ji têkoşîna edaletê gavekê jî paşve neavêjin û dozê bişopînin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.