Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re bînin 2021-12-29 13:39:02   RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, bal kişand ser Nobetên Edaletê yên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin û wiha got: “Em bi biryar in em ê edaletê bi hev re bînin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye dest pê kirin, di roja 296’emîn de berdewam dike. Malbat, bi Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê 3 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin re bi telefonê axivî. Dayik Emîne Şenyaşar, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikarî were pêş avahiya edliyeyê û nobetê li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne.    Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê bal kişand ser çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Amed û Wanê dane destpêkirin û ev peyam parve kir: “Dema me Nobeta Edaletê dabû destpêkirin me ji bo herkesê dabû destpêkirin. Nobetên Edaletê piştî me belavî hin bajarên din jî bû. Li Amed û Wanê mirov ji bo zarokên xwe di nobeta edaletê de ne. Em bi biryar in em ê edaletê bi hev re bînin.”