OHD û TÛAY-DER: Divê li Îmraliyê lêkolîn bê kirin 2021-12-29 14:59:28   AMED - OHD û TÛAY-DER, diyar kirin ku girtî li girtîgehan tên tecrîdkirin û ev bang kirin: "Heyeteke ku ji hiqûqnas, rêxistinên mafên mirovan û nûnerên hikûmetê pêk tê, Girtîgeha Îmraliyê jî di nav de divê biçe hemû girtîgehan û lêkolînan bike."   Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛAY-DER) a Amedê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, rapora xwe ya derbarê girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên girtîgehên herêmê de amade kiribûn, li avahiya OHD'ê bi civîneke çapemeniyê aşkera kirin. Nûnerên gelek rêxistinên sivîl tevlî civînê bûn. Di civînê de Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD'ê ya Amedê Adîle Salman axivî û rapora ku amade kiribûn aşkera kir.      Beriya ku raporê aşkera bike Salman, têkildarî rewşa li girtîgehan nirxandin kirin û got ku pêvajoya pandemiyê li girtîgehan veguheriya firsendê û hemû girtîgeh bi vê pêvajoyê re hatine tecrîdkirin. Salman, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û têkildarî mijarê ev tişt got: "Di bin navê guhertina "Reforma Darazê" de rayeyên lijneyên çavdêriyê yên girtîgehan hatine berfirehkirin. Lijne xwe dikin şûna darazê û cara duyemîn girtiyan ceza dikin. Berdana girtiyên nexweş tê astengkirin û mafên mîna mafê jiyanê, azadiyê, ewlehiyê yên girtiyan tên paşguhkirin. Mixabin di encama vê astengkirinê de di nav 2 hefteyan de 5 girtî di nav mehekê de 8 girtiyan jiyana xwe ji dest daye."   Piştî van nirxandinên xwe Salman, agahî da ku derbarê binpêkirinên mafan de di mehên mijrdar û kanûnê de serdana girtîgehên Amed, Xarpêt, Meletî/Argan û Elbistanê kirine û ev tespît parve kirin:    "* Li hin girtîgehan aktîvîteyên civakî bi tevahî hatine qedexekirin, li hin girtîgehan jî qawiş qawiş tên kirin. Di vê çarçoveyê de girtiyan anîn ziman ku bi tevahî di bin tecrîdê de ne.     * Qamwerayê ku nav qawişan dibînin hatine bicihkirin, qadên taybet jî tên şopandin.    * Binpekirinên mafên tenduristiyê li hemû girtiyên serdana wan hatiye kirin heye.    PÊVAJOYÊN QARANTÎNAYÊ    * Bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê û danişînan girtiyên ji girtîgehê derdikevin ji bo 15 rojan tên qarantînakirin û di bin navê qarantînayê de tundiya derûnî û civakî li girtiyan tê kirin.    * Ji aliyê 10-15 gardiyanan ve di saetên şevê de bi ser qawişan de tê girtin û amûrên taybet ên girtiyan tên tevlîhevkirin.    * Ji bo pandemiyê tevdîrên têrker nayên girtin jiyana girtiyan di bin xetereyê de ye.    CEZAYÊN KÊFÎ YÊN DÎSÎPLÎNÊ   * Derbarê gelek girtiyan de lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin, cezayên dîsîplînê li gelek girtiyan hatine birîn û ev rewş dibe asteng ku girtî bi şertê kontrola edlî bên berdan.    * Girtî timik bi sedemên kêfî tên sirgûnkirin. Girtiyan sirgûnî dûrî malbatên wan dikin ku nikaribin serdana wan bikin.      PÊŞNIYARÊN HATIN KIRIN   Piştî tespîtên ku kirin Salman ev pêşniyar jî rêz kirin:    "* Divê ji bo girtiyan şertên paqijiyê bên avakirin.   * Divê heyeteke ku ji hiqûqnas, rêxistinên mafên mirovan û nûnerên hikûmetê pêk tê bê avakirin û Girtîgeha Îmraliyê jî di nav de biçe hemû girtîgehan û lêkolînan bike.   * Divê girtiyên nexweş bên berdan û înfaza wan bê taloqkirin.    LÊPIRSÎNA BIBANDOR   * Divê terka pêkanînên îşkence û mehmeleya xerab a li dijî girtiyan bê kirin û li dijî peywirdarên cemaweriyê yên pêkanînên li dijî hiqûqê pêk tînin lêpirsîneke bibandor bê kirin.    * Li dijî binpekirinên mafan ên li girtîgehan em bang li Wezareta Edaletê û Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê dikin ku peywira xwe bi cih bînin.