Ji bo kujerê li Suriyeyê hat perwerdekirin biryara ‘hewcehî bi peyketinê nîne’ hat dayîn 2021-12-29 15:35:18   ÎZMÎR - Di lêpirsîna derbarê kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer ê li Sûriyeyê hat perwerdekirin de ji ber “endametiya rêxistina terorê ya biçek” hatiye destpêkirin de biryara ‘hewcehî bi peyketinê nîne’ hat dayîn.   Danişîna ewil a doza derbarê kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer de hatiye vekirin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliya Îzmîrê tê lidarxistin. Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê derbarê Onûr Gencer, Nûrgul Gencer û Nûrî Gencer ji ber “endametiya rêxistina terorê ya biçek” daye destpêkirin de biryara ‘hewcehî bi peyketinê nîne’ hat dayîn.   HAT ÎDÎAKIRIN KU TU DELÎL NEHATINE BIDESTXISTIN   Dozgeriyê di biryara xwe ya di 29’ê Îlonê de dabû wiha gotibû: “Her çiqas derbarê Onûr Gencer û kesên gumanbar de lêpirsîn hatibe destpêkirin jî di lêkolîn û lêpirsînên hatine kirin de têkildarî gumanbar Onûr Gencer tu delîl nehatin bi desxistin ku têkiliyên wî bi rêxistineke terorê re hene û di nav rêxistinekê de xebatan dimeşîne. Têkildarî Nûrî Gencer û Nûrgul Gencer jî tu delîl nehatine bidestxistin ku têkiliya wan bi rêxistineke terorê re hene û di nav rêxistinekê de dixebitin. Derbarê gumanbaran de ji ber sedemên hatine diyarkirin biryara hewcehî bi peyketinê nîne hatiye dayîn.”   WÊNEYÊN LI SÛRIYEYÊ   Piştî komkujiyê wêneyên balkêş ku kujer Onûr Gencer li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal parvekiribûn derketibûn holê. Gencer, wêneyê xwe yê bi nivîsa “Bîranîna Sûriyeyê” ku çeka lûledirêj di hundirê mewziyeke li bajarê Minbîc ê Sûriyeyê de di destê xwe de digirt weşandibû. Kujerê ku çeka MPT-76 a ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve tê bikaranîn û di envantera artêşa tirk de cih digire di destê xwede digirt, li bajarên cuda ên Sûriyeyê wêne kişandibûn. Wêneyan derxistibû holê ku êrişkar li Sûriyeyê perwerdehiya eskerî dîtiye.