Berteka li dijî êrişa li ser HDP'ê: Çi dikin bila bikin çûndox in 2021-12-29 15:53:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan li dijî êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê bertek hatin nîşandan. HDP'iyan, got: "Çi dikin bila bikin çûndox in. Tu provakasyon wan xelas nake." Êrişa ku duh li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê, li dijî avahiya HDP'ê ya Navçeye pêk hatibû li gelek navendan hat şermezarkirin.    AMED    Rêxistina HDP'ê ya Amedê, li qada Deriyê Çiyê bi daxuyaniyekê êrişê şermezar kir. Hevserokên HDP'a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyat Ceylan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û nûnerên gelek rêxistinên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ev pankart "Wê teqez rojekê hesabê vê êrişa faşîst bê pirsîn. HDP hêvî ye û li ser piya ye" hat vekirin. Her wiha di daxuyaniyê de dûrişmeyên "Bimire faşîzm" , "Em ê mafê Denîz ji AKP'ê bipirsin" û "Zext nikarin me têk bibin" hatin berzkirin.    Di daxuyaniyê de her du hevserokên HDP'a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyat Ceylan axivîn û diyar kir ku çi dikin bila bikin wê bersiv bidin faşîzmê û mîrateya têkoşînê ya dewr girtine wê bidomînin.    ÊLIH    Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, li ber avahiya xwe daxuyaniyek da. Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Kokrmaz ku ji peywirê hatibûn girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên gelek rêxistinên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'a Êlihê Omer Kûlplû axivî û diyar kir ku HDP bi ked û bedelên mezin heta van rojan hatiye, wê paşde gav navêje û çi dikin bila bikin çûndox in.   SÊRT    Li Sêrtê jî bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê Siddik Taş, aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên gelek rêxistinên sivîl li ber avahiya HDP'ê ya Bajar daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de dûrişmeyên "Zext nikarin me têk bibin" , "HDP gel e gel li vir e" hatin berzkirin. Parlamenter  Siddik Taş, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku bal kişand ser hedefnîşandan Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û got ku êrişkar ji Erdogan û Soylû cereet digirin.     AGIRÎ Û ÇEWLIK   Bi heman armancî li bajarên mîna Dersim, Çewlik, Şirnex, Wan, Riha, Colemêrg û Agiriyê jî ji aliyê rêxistinên HDP'ê û rêxistinên sivîl ve daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin lidarxistin. Di hemû daxuyanî û çalakiyan de êriş hat şermezarkirin û li dijî êrişên bi heman rengî banga têkoşîna hevpar hat kirin.