Biryara veşarî danîn ser dosyeya lêpirsîna êrişkar Sutçu 2021-12-29 16:41:47 STENBOL - Muhammed Eren Sutçu yê êrişî birîbû ser avahiya HDP’a Bahçelîevlerê û du endamên partiyê birîndar kiribû. Biryara veşarî danîn ser dosyeya lêpirsîna êrişkar.  Li Stenbolê duh kesê bi navê Muhammed Eren Sutçu êrişî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bahçelîevlera Stenbolê kiribû û du endamên partiyê birîndar kiribû. Derket holê ku biryara veşarî danîne ser dosyeya lêpirsîna êrişkar û hêceta vê biryarê jî nehat eşkerekirin.    Êrişkar piştî nîv saetê hêj hatibû binçavkirin û li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê tê ragirtin. Hat zanîn ku dema binçavkirina wî 4 rojan hatiye dirêjkirin.    Parêzeran xwest derbarê lêpirsîna tê birêvebirin agahî werbigirin. Dozgeriyê ji parêzeran re gotiye ew lêkolîn dikin ku ka têkiliyek êrişkar bi “rêxistina terorê” re heye an tune ye.