Doza Denîz Poyraz: Kesê bi kujer re çûye hotêlê li Enqereyê polîstiyê dike 2021-12-29 17:13:10 ÎZMÎR - Parêzer Îmdat Ataş di doza Denîz Poyraz de axivî û destnîşan kir ku kesê bi Gencer re li texsiyê siwar bûye û çûye hotêlê li Enqereyê polîsek wezîfedar e.  Danişîna ewil a doza kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer jê tê darizandin li Dadgeha Îzmîrê berdewam dike. Danişîn bi beyanên parêzerên dozê berdewam dike.    'ÊRIŞEK PLANKIRÎ YE’   Ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç derbarê îdianemeyê de axivî û destnîşan kir ku êrişa li dijî HDP’a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz bi pilankirî hatiye kirin û êrişa li dijî HDP’a Bahçelîevlerê jî ji êrişa Îzmîrê necudatir e. Agaç destnîşan kir ku delîlên doza Denîzê bi awayek birêkûpêk nehatine berhevkirin û ev yek bûye sedema reşkirina delîlan. Agaç anî ziman ku destpêkê dewlet ji van êrişên tên kirin berpirsiyar e û neçar e ku van êrişên pilankirî asteng bike û bide rawestandin. Agaç anî ziman ku delîl kêm hatine berhevkirin û divê polîs û daraz di vê bûyerê de bêalî û birêkûpêk li serê rawestiyan.    ‘BILA HÊZÊN LI PIŞT KUJER WERIN EŞKEREKIRIN’    Ji parêzerên dozê Îmdat Ataş jî axivî û destnîşan kir ku êrişkar bi tenê êrişê pêk neaniye û divê dozgeriyê div ê çarçoveyê de lêpirsîn birêve bibira û ji bo vê yekê têra xwe delîl di destê wan de hene. Ataş anî ziman ku dibe were gotin êrişkar bi tenê bûye lê ev nayê wê maneyê ku bi tenê bûye û hêzên li pişt wî jî hebûne. Ataş got ew dixwazin têkilî û hemû hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin û ev lêpirsîn bi kêmasî hatiye temamkirin. Ataş da zanîn ku têkiliya kujer Onur Gencer ya bi SADAT’ê û rêxistinên din re nehatiye lêkolînkirin û ev êriş bi armancek nefretê û nijdaperestiya li hemberî kurdan hatiye kirin.    ÇENTE LI GIRTEKÊ NENIVÎSANDIN E    Ataş destnîşan kir ku çenteyê kujer di girtekê de nîne û belgeyên gumanbaran jî di dosyeyê de nîne. Ataş diyar kir ku tê xwestin bi van delîlên kêm ser bûyerê were girtinê. Ataş anî ziman ku dozgerî jî û polîs jî hevkarên vî sûcî ne.    KESÊ GUMANBAR LI ENQERÊ POLÎS E!    Ataş destnîşan kir ku di telefona kujer de 72 hezar û 667 wêne hebûne lê ji van wêneyan tenê 23 wêne hatine lêkolînkirin û dozgerî û polîsan pêdiviya lêkolînkirinê nedîtine. Ataş destnîşan kir ku gumanbarê bi navê Oytun Yuksel bi kujer Gencer re çûye Hotêla Kara Termal û bi heman awayî jî çûye ber avahiya HDP’ê. Ataş anî ziman ku ev kesê gumanbar Oytun Yuksel li gel kujer di texsiyê de çûye hotêlê û hatiye tespîtkirin kul i Midûriyeta Polîsan a Enqereyê polîsek wezîfedar e. Ataş got têkildarî vî kesê gumanbar lêkolîn nehatiye kirin û li gel ku polîs ji vî kesî haydar in jî lê dîsa jî tiştek nehatiye kirin. Ataş da zanîn ku têkiliya kujer Gencer a bi SADAT’ê re jî nehatiye lêkolînkirin. Ataş anî ziman ku hejmara materyalên dîjîtal ên di dosyeyê de 8 heb in û dosyeyek kêm xuya dike û materyalek winda xuya dike.    Danişîn bi beyanên parêzeran berdewam dike.