Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re dê tevbigere! 2021-12-30 09:12:59 STENBOL - Endamê Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re Alî Edebalî, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan û çewisandin zêde bûne û dê li dijî van binpêkirinên mafan hin rêzeçalakiyan li dar bixin.   Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ku ji bo balê bikişîne ser şewitandina înfaza girtiyan û rewşa girtiyên nexwş dixebite, çalakiyên xwe didomîne. Înîsiyatîfê ku ji 20'ê Cotmeha 2019'an ve têkildarî mijarê bênavber çalakiyan li dar dixe, dê niha jî li dijî kuştina girtiyan tevbigere.    Endamê înîsiyatîfê Alî Ebedalî destnîşan kir ku di demên dawî de li girtîgehan binpêkirinên mafan û çewisandin pir zêde bûne.    Edebalî, destnîşan kir ku girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan. Edebalî, bibîr xist ku di mehekê de 7 girtî jiyana xwe ji dest dane û Wezareta Dadê hê jî xwe li bêdengiyê datîne. Edebalî, diyar kir ku girtîgeh êdî ji bo kurdan, çepgir û sosyalîstan veguherîne hêlîna komkujiyan.   Edebalî, bibîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê 604 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene û got: "Ev girtî hema bibêje nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin. Mesela girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî, Abdullah Kirtayê 73 salî, Sidik Guler ê 81 salî. Bi dehan girtiyên wekî wan hene ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin û bi ser de jî wan dixin hucreyan û odeyên bisînger. A rast ew bi vê zilmê mehkûmî mirinê tên kirin."    BERXWEDANA ZINDANA AMEDÊ   Edebalî, destnîşan kir ku dewlet girtiyan mehkûmî mirinê dike û bi vê re dixwaze dersa "terbiyekirinê" bide kurdan û girtiyên din û got: "Lê dê bi se rnekevin. Ji lew re ZIndana Amedê ji bo me delîl e. Wê demê girtiyan serî li ber dewletê netewandin. Niha jî girtî wê berxwedanê esas digirin."    ‘MIFTEYA ÇARESERIYÊ OCALAN E'   Edebalî, anî ziman ku tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê di bin tecrîdê de ne û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Birêz Ocalan 23 sal in tê tecrîdkirin. Ev tecrîd sîrayetî tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê kiriye. Heya tecrîda li ser Birêz Ocalan neyê rakirin dê ne rewşa girtîgehên Tirkiyeyê baş bibe û dê ne demokrasî bê ne jî meseleya kurdî çareser bibe. Mifteya çareserkirina van meseleyan Birêz Ocalan e."    DIVÊ HER KES TEVBIGERE   Edebalî, destnnîşan kir ku divê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hîn bêtir xebat bên kirin û ji bo xebatên ku dê bikin jî ev tişt gotin: "Ji bo sala 2022'yan plansaziyeke me ya berfireh heye. Em ê biçin navendên partiyên siyasî û rojevê çmbikin. Em ê li ber Wezareta Dadê çalakiyan li dar bixin. Her wiha em ê li deverên navendî çalakiyan li dar bixin. Em hewl didin bi vî awayî girtîgehan bikin rojev. Ev mijar divê tenê ne rojeva înîsyatîfê be. Li Tirkiyeyê bi dehan saziyên çepgir û sosyalîst hene. Divê ew jî tevbigerin. Heya ev neheqî û bêhiqûqîtiya li girtîgehan ji holê bê rakirin emê bitêkoşin."