Ji gardiyanan ji bo girtî: Edalet heye ku mafê te hebe 2021-12-30 11:06:09   ENQERE - Cûmali Yildirim ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Afyonê girtî ye, diyar kir ku ji ber gotiye wê li dijî gefan mafên xwe yên qanûnî bi kar bîne gardiyanan ev tişt jê re gotine: "Destûra Bingehîn, edalet heye ku mafê te hebe."   Cûmali Yildirim (26) dema ku xwendekarê zanîngehê bûye li Kirşehîrê tê girtin û bi angaşta "endamtiya rêxistine" 9 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê tê birîn û niha li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Afyonê tê girtin. Yildirim di 28'ê qanûnê de li malbata xwe geriya û ji wan re diyar kir ku ji ber lêgerîna tazî ya lê hatiye ferzkirin qebûl nekiriye gef lê hatiye xwarin û ewlehiya canê wî nemaye. Xwişka Yildirim Hacer Yildirim, axaftina bi birayê xwe re ragihand û diyar kir ku ewlehiya canê birayê wê tune ye.    'EM Ê TE LI VIR TUNE BIKIN'   Yildirim, da zanîn ku li girtîgehê îşkence, mehmeleya xerab li birayê wê tê kirin û wiha got: "Ji ber ku lêgerîna tazî û jimartina li ser piya lê hatiye ferzkirin red kiriye birayê min birine qawişa yekkesî. Piştre jî gardiyan ji birayên min re gotine, 'Tu hîn bûyî ku li ser piya jimartinê nedî, em ê te li vir bikin mirov. Tu nizanî ku ev der navenda îşkenceyê ye? Li vir şertên me derbas dibin, em ê te tune bikin' û gef lê xwarine."    'EWLEHIYA CANÊ MIN TUNE YE'   Di berdewamê de Yildirim, da zanîn ku ji ber birayê wê li dijî binpêkirinên mafên xwe derketiye û mafên xwe yên qanûnî bi bîr xistiye gefên li ser wî hatine domandin û ev tişt got: "Gardiyan jê re gotiye,'Tu mafekî te yê qanûnî tune ye, Destûra Bingehîn, edalet heye ku mafê te hebe'. Birayê min di telefonê de ji min re got, 'Hacer vana dixwazin min li vira tune bikin. Dema ku di navbera xwe de xeber didin ez dibihîzim ku dibêjin, 'em viya tune bikin'. Birayê min dibêje ku ewlehiya canê wî tune ye. Beriya 2 mehan heyet li hev kom bûye lê îşkence hê jî didome. Birayê min ji min re got, 'Heke tiştek bi min bibe girtîgeh berpirsyar e'. Ji me xwest ku em serî li dozgeriyê bidin û gilî bikin."   'BILA RYA GIŞTÎ BIBIHÎZE'   Yildirim, bang li raya giştî kir û wiha axivî: "Êdî bûyer û îşkenceyên ku li girtîgehan pêk tên bila bi dawî bibin. du sê salên birayê min man e. Bila raya giştî van bibihîze û bibîne."   SERLÊDANA ÎHD'Ê   Derbarê serpêhatiya birayê xwe de Yildirim serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mersînê da daxwaza piştgiriya hiqûqî kir.