Dest û lingên girtî girêdan û lêgerîna tazî lê kirin 2021-12-30 11:31:51   ÎDIR - Gardiyanan dest û lingên girtî Hogir Batû yê ji Amedê sewqî Îdirê hat kirin, girêdan, lêdan û lêgerîna tazî lê kirin.    Hogir Batû yê ji Doza Nisêbînê girtiye, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Îdirê hat kirin, ragihand ku di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê hat ferzkirin û diyar kir ku ji ber li dijî lêgerîna tazî derket garidyanan li wî dane û bi erdê re kaşkirine. Batû yê piştî lêdanê xistine hucreyê, anî ziman ku bi rojane xwarin nedane wî.    DEST Û LINGÊN WÎ HATINE GIRÊDAN   Parêzer, piştî tiştên qewimîn çûn Girtîgeha Tîpa S a Îdirê û bi Batû re hevdîtin kirin. Binpêkirinên mafan ên Batû ji parêzeran re ragihandin wisa ne: “Gardiyanan lêgerîna tazî ferzkirin. Gardiyanan dest û lingên batuyê li dijî vê yekê derket girêdan, lê dan û lêgerîna tazî lê kirin. Di encama lêdanê de Batû ji serê xwe bi firehiya 3 santîm birîndar bû. Batûyê ji aliyê gardiyanan ve hatiye tacîzkirin, ji nexweşxaneyê rapora lêdanê girt û giliyê gardiyanan kir.     7 ROJ IN DI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE   Hat hînbûn ku ji ber binpêkirinên mafan bi dawî nabin Batû 7 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye û xwê, şekir û vîtamînê nadin wî. Hat diyarkirin ku wê parêzer bi girtiyên din re jî hevdîtinê bikin û pişt re wê ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Îdirê û Nûnertiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îdirê ve raporek were amadekirin.