28 girtî 3 roj in di greva birçîbûnê de ne 2021-12-30 12:49:55   STENBOL - Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, 28 girtiyan diyar kir ku ewlehiya canê wan tune ye û bi armanca bal kişandina ser rewşa binpêkirinên mafên xwe 3 roj in di greva birçîbûnê de ne.    Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, 28 girtiyan diyar kir ku tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin, lêgerîn bi rengê serdegirtinê pêk tên, bi hincetên vala cezayên tecrîdê li girtiyan tê birîn, ewlehiya canê girtiyên ku li hucreyên yekkesî tên girtin nemaye û gef li wan tên xwarin. Girtiyan, mirinên di demên dawîn de yên li girtîgehan bi bîr xistin û ragihandin ku li dijî van pêkanînan di 27'ê kanûnê de ji bo 3 roj in ketine greva birçîbûnê.