Di Doza Kobanê ku parêzer tevlî nebûn de gazinker hat guhdarkirin 2021-12-30 14:10:18   ENQERE - Di Doza Kobanê ku siyasetmedar û parêzerên xwe tevlî nebûn de polisê gazindker Alî Karaca hat guhdarkirin. Karaca, diyar kir derbarê bûyera ku birîndar bûye de di sala 2015'an de li Erdişê tevlî dozekê bûye, lê tam nayê bîra wê.    Li Enqerê, 8'emîn danişîna Doza Kobanê ku 22 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin di roja 7'an de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Parêzerên dozê ji ber k duh tevlî danişîna doza Denîz Poyraz bûbûn îro tevlî danişîna li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê nebûn. Ji ber ku parêzer tunebûn siyasetmedar jî tevlî danişînê nebûn.    Polisê gazindker Alî Karaca û parêzerê Miduriyeta Giştî ya Polisan, Miduriyeta Giştî ya Cendirmeyan û Wezareta Karên Hundir tevlî danişînê bûn.    Serkokê dadgehê, daxwaznameya hincetê ya parêzer û siyasetmedaran xwend û li dosyayê zêde kir û piştre jî biryar da ku polisê gazindker Karaca bê guhdarkirin.    Karaca, diyar kir ku di bûyerê 6-8'ê cotmehê de birîndar bûye û wiha got: "Wê demê ez li Enqerê peywirdar bûm. Lê piştre li navçeya Bergirî ya Wanê hatibûm peywirdarkirin. Min nedît ez çawa birîndar bûm. Şopeke mayînde ya birîndariya min nemaye. Gilîkar im lê daxwaza min a tevlîbûna danişînê tune ye." Li ser pirsa Serokê Dadgehê ya "Derbarê birîndariya we de tu darizandineke hatiye kirin?" Karaca ev bersiv da: "Kesê ku ber avêtiye ne diyar e. Derbarê vê de tiştek ji min re nehatiye gotin. Heke ne şaş bim di sala 2015'an de dozeke ku ez tevlî bûm hebû. Lê tam nayê bîra min. Danişîn li Dadgeha Cezaya Giran a Erdîşê hat dîtin."   Dozger, mutalaaya xwe pêşkêş kir û xwest ku girtina siyasetmedarên girtî bê domandin û vedora danişînê li gorî dîrokên ku hatine diyarkirin bê berdewamkirin.    Piştre serokê dadgehê ji bo ku saet di 15.0'an de biryara navberê aşkera bike navber da danişînê.