Tenduristvanên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn 2021-12-30 15:22:09   ŞIRNEX - Tenduristvanên di dema qedexeyên derketina derve de li navçeya Cizîrê hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bi bîr anîn.   Endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Azîz Yûral, Eyup Ergen û Şeyhmûs Dûrsûn ên di sala 2015’an de di dema qedexeya derketina derve ya navçeyên Cizîr û Elkê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên Yûral û Ergen ên li Cizîrê hatin bibîranîn. Nûnerên pêkhateyên Konfederasyona Sendîkayên Kedkar ên Cemaweriyê (KESK) yên Şirnex, Mêrdîn, Êlih û Sêrtê, Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz û rêveberên partiyê yên navçeyê, nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) beşdarî bîranînê bûn. Beşdarvanan qûrnefîl danîn ser gorên tenduristvanan.    TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ    Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê SES’ê Siddik Akin, bi bîr xist ku dema hevalên wan xizmeta tenduristiyê pêşkeşî gel dikir hatine kuştin. Akin, bi lêv kir ku têkildarî faîlên hevalên wan de heta niha lêpirsînek nehatiye vekirin û wiha got: “Ji bo ku xizmeta tenduristiyê pêşkeşî gel bikin û aştî were vî welatî têdikoşiyan. Ya ku hedef hatiye girtin têkoşîna aştiyê bû. Em têkoşîna jiyaneke azad didin. Têkoşîna ku hevalên me dida ev bû. Em ê heta dawî girêdayî têkoşîna wan bin. Heta ku em xeyalên wan pêk bînin em ê têbikoşin.”   ‘BÛN DÎROKA GELÊ KURD’   Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş jî anî ziman ku bi feraseteke yekane ya dewletê gel tên înkarkirin û wiha axivî: “Ji ber vê yekê di sala 2014’an de bi Lijneya Ewlehiya Netewî biryara xelaskirina têkoşîna gelê kurd girtin. Ji ber vê yekê bajarên me dorpêç kirin. Hevalên me kedkar bûn. Ji bo wekheviyê têdikoşiyan. Wan ji bo mirovên di bin dorpêçê de mabûn xizmeta tenduristiyê pêşkeş dikirin. Ligel bi sedan mirovên me, tenduristvanên me jî hatin qetilkirin. Ew hevalên me nemirin, bûn dîroka gelê kurd.”