Piştî 594 rojan doz li hevşaredarên di hepsê malê de vekirin 2021-12-30 16:40:44     SÊRT - Piştî 594 rojan bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doz li hevşaredarên Sêrt, Hawil û Misircê ku di hepsê malê de ne hat vekirin.   Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê, piştî 594 rojan lêpirsîna xwe ya derbarê Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, Hevşaredarên Hawilê Ramazan Sarsilmaz û Ozlem Gulmez û Hevşaredarê Misircê Baran Akgul ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatibûn girtin û qêyûm tayînî şûna wan hatibû kirin û cezaye hepsa malê li wan gatibû birîn de temam kir. Serdozgeriyê, di doznameyan de sûcdariya "endamtiya rêxistinê" li hevşaredaran kir û ji 7 sal û 5 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest.    Dozname hat qebûlkirin û wê danişîna destpêkê di 12'ê gulana 2022'yan de bê dîtin.    Parlamentera Sêrtê û Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî vekirina dozê û sûcdariyên ku li hevşaredaran hatiye kirin da.