ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-31 09:00:51 * Lîstikvan Shaghayegh Noroûzî ku ji ber gefên bi destdirêjiyê lê dihatin xwarin ji Îranê koçî Spanyayê kir û bi Tevgera Metooyê hatiye naskirin, Şoreşa Rojavayê ya jê re bûye îlham bi van gotinan pênase kir: "Serketina têkoşîna jinê."  * Malbata Şenyaşar ku bûye sembola edaletê, 298 roj in Nobeda Edaletê didomîne. Ferît Şenyaşar, diyar kir ku 3 sal û 3 meh in ji bo edaletê têdikoşin û got: "Ger edalet pêk neyê dê sala 2022'yan jî li ber avahiya edliyeyê derbas bikin."    * Şêniyên Taxa Kaynartepeyê ya navçeya Rezanê ku ji bo valakirina xaniyan 3 meh muhlet dane wan, diyar kirin ku ji ber ku nahêlin xaniyên wan bên xerakirin DEDAŞ saetên ceryanê li dîrekan dixe.    * Ji Desteya Rêvebir a Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr ragihand ku serlêdana wan a ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nehatiye bersivandin û got: "Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 298'emîn de berdewam dike.    * MEBYA-DER wê li Parka Koşûyolûyê daxuyaniyê bide. (12.00) ZINDΠ   * Meclîsa Jinan a HDP’ê bi boneya rojbûna Denîz Poyraz a li Îzmîrê hat qetilkirin dê li ser gora wê çalakiyekê li dar bixe. (12.00)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Amed û Wanê dane destpêkirin berdewam dikin. (13.00-16.00)   * DİAYDER têkildarî îdianameya ku ji bo endamên xwe yên girtî û negirtî tên darizandin hatiye amadekirin dê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00) ZINDÎ