MEBYA-DER: Em ê faşîzmê bi hev re hilweşînin 2021-12-31 14:32:45   AMED - Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag, di daxuyaniya ku di bin dorpêça polîsan hat dayîn de wiha got: “Em ê bi pêkanîna yekitiya xwe faşîzma AKP’ê û MHP’ê hilweşînin.”   Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Derguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine (MEBYA-DER), têkildarî geşedanên di sala 2021’an de li Parka Koşûyolûyê  daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê bi dehan polîsan derdora parkê dorpêç kirin. Polîsan kesên ku xwestin tevlî daxuyaniyê bibin asteng kirin. Ligel vê yekê endamên komeleyê li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan hatin gel hev û piştî di hevdîtinên nêzî saetekê domkirin de encameke erênî derneket, 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Polîsan bi mertalên xwe rojnamevanên xwestin çalakiyê bikişînin asteng kirin.     ‘EM Ê FAŞÎZMÊ BIŞKÎNIN’   Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag ê di bin dorpêça polîsan de axivî, bal kişand zextên li ser komeleya xwe. Karadag, bertek nîşanî dorpêça polîsan da û wiha got: “Destûrê nadin daxuyaniya me ya ku têkildarî mirinên li girtîgehan, zextên li ser komeleya me û binpêkirinên mafan. Hêj hin endamên me girtî ne. Lê nizanin ku wê me û gelê me nikarin bitirsînin. Em tu car paş ve gavê naavêjin. Em ê bibin yek û faşîzma AKP’ê û MHP’ê bişkînin. Bila sala 2022’yan bibe wesileya yekitiya gelê kurd.”