Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo sala nû peyamek weşand 2021-12-31 16:05:01   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar di peyama xwe ya ji bo sala nû de wiha gotin: "Bi têkoşîna hevpar re em ê 2022'an bikin sala rizgariya ji bloka desthilatdariyê."   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo sala nû peyameke nivîskî weşandin. Di peyama bi serenavê "Bi hêviya ku em ji feraseta desthilatê ya veguheriye felaketê xelas bibin, sala nû ya gelên me pîroz be" de hat destnîşan kirin ku saleke din a li dijî zilmê bi berxwedanê derbas bû li pey xwe hiştin.    Di berdewama peyamê de wiha hat gotin: "Bi hêvî û bayê guherînê em dest bi sala nû dikin. Em bi biryar in ku Komareke Demokratîk ava bikin ku demokrasî, aştî û azadî lê serwer be. Di sala 2022'an de em ê hevgirtina hêzên demokrasî, aştî, ked, azadî û wekheviyê xurt bikin, ji bo pêkanîna daxwazên edalet û azadiyê yên gelan, em ê karê xwe bi daxwazeke mezin dewam bikin. Li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ku welat ber bi kendalê ve biriye, bi hişmendiya pêwîstiya bi mezinkirin û avakirina têkoşîna demokratîk a hevpar em ê tevbigerin û 2022'an li ser vê bingehê bikin sala rizgariya ji bloka desthilatdariyê."