Rojnamegeran hem beraet kir hem jî ceza li wan birîn 2021-12-31 16:54:06   STENBOL - Rojnamegerên ku e-postayên Berat Albayrak kiribûn nûçe hem beraet kirin hem jî ceza li wan birîn.    Rojnameger Omer Çelîk, Tûnca Ogreten, Mahîr Kanaat, Derya Okatan, Eray Sargin û Metîn Yoksû ku e-postayên Wezîrê Enerjiyê yê berê Berat Albayrak kiribûn nûçe, bi angaşta "endamtiya rêxistinê" , "propagandaya rêxistinê" , "astengkirina pergala agahdarkirinê" û "tunekirina daneyan"  doz li wan hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya rojnamegeran li 29'emîn dadgeha cezaya giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnameger Derya Okatan û Mahîr Kanat û parêzerên xwe li danişînê amade bûn. Omer Çelîk û Metîn Yoksû jî bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn.    Di danişînê de dozger mutalaaya xwe ya ku danişîna navberê de pêşkêş kiribû dubare pêşkêş kir û bi sûcdariya "dayîn ango bidestxistina daneyan a derveyî hiqûqê" xwst rojnameger bên cezakirin.    Rojanemger û parêzerên xwe li dijî mutalaayê derketin û parastina xwe kirin.    Piştî parastinê heyeta dadgehê biryar da ku bi sûcdariya "bidestxistina daneyan a derveyî hiqûqê" salek û 8 meh cezayê girtîgehê li Tûnca Ogreten, Metîn Yoksû, Omer Çelîk, Eray Sargin û Mahîr Kanaat bê birîn. Heyeta dadgehê, ji sûcdariya "Propagandaya rêxistinê" biryara beraetkirina rojnamegeran da. Heyetê dadgehê, Derya Okatan ji hemû angaştan beraet kir. Li gel vê heyeta dadgehê, Kanaat ji sûcdariya "endamtiya rêxistinê" û Ogreten jî ji sûcdariya "rexmî ku ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye" beraet kir.    Dadgehê, sal û 8 meh cezayê ku li Ogreten, Yoksû, Çelîk, Sargin û Kanaat hat birîn taloq kir. Ji ber biryara taloqkirinê dadgehê biryar da ku tevdîra kontrola edlî ya li ser hemû rojnamegeran bê rakirin.