DÎAYDER: Ne doz e komplo ye 2021-12-31 17:11:42   STENBOL - Endamên DÎAYDER’ê ku bertek nîşanî hedefgirtin û girtina endamên xwe dan, diyar kirin ku tiştên diqewimin ne doz e komplo ye.    Komeleya Piştevanî û Alikariyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) têkildarî îdîaname û doza derbarê endamên xwe yên girtî û negirtî tên darizandin de li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Parêzerên endamên komeleyê yên tên darizandin jî beşdarî civînê bûn. Di civînê de endamê DÎAY-DER’ê Yûsûf Înan axivî û wiha got: “Bi rengekî ku hişên xwe winda bikin êrîş dikin. Rêziknameyeke alimên olî heye. Em li gor wê tevdigerin. Em di çarçoveya siyasî ya legal de tevdigerin. Bi vê armanca xwe ya qirêj nikarin paşve gavê bi me bidin avêtin. Ev doz dozeke mafdar e. Ew û Suleyman Soylû dibêje, “Xwedê dike ku em bikin.” Xwedê neheqiyê qebûl nake.”   ‘HEKE EM SÛCDAR BIN BILA DERXÎNIN’   Înan dazanîn ku desthilatê di her qadê de îflas kiriye, ji ber vê wan dike hedef û wiha berdewam kir: “Tu eleqeya me bi siyasetê nîne. Rojnamevanên kirêkirî wijdanên xwe firotine. Êrîşî me dikin. Em ê li ber xwe bidin. Em ê vê ji axretê re nehêlin. Evqas bêwijdanî nabe. Bila lêkolîn bikin heke endamekî me sûcdar be, bila derxînin holê. Yên ku êrîşî me dikin terorîstên rastî ne. Ew ji DAIŞ’ê xerabtir in. Em gelek êşandin.”   ‘ZEXT LI SER DARAZÊ HEYE’    Parêzerê komeleyê Firat Epozdemîr jî wiha got: “Me êrîşên li dijî DÎAYDER’ê bi matmayî temaşe kir. Em ê li dijî van êrîş û daxuyaniyan pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Em nafikirin ku ev ji alîyê qanûnî ve rast e. Desthilatdariya siyasî daxuyaniyên neyînî dide. Dosyayeke veşartî heye û li ser vê yekê daxuyanî tên dayîn û ev yek jî bi armanca zexta li ser dadgeriyê ye. Ev daraz bi rêk û pêk nameşe. Em ê li hemberî van daxuyaniyan û kesên piştgiriyê didin wan, çalakiyeke hiqûqî ya guncaw bikin.”   ‘EV OPERASYON AMÛREKE SIYASÎ YE’   Epozdemîr diyar kir ku wan dest bi lêkolînkirina dosyeyan kiriye û yek ji bingeha îdianameyê li ser îfade û kasetên “şahid” e ku du ji wan veşarî ne û yek jî vekirî ye.  Epozdemîr di derdewama axaftina xwe de wiha got: “Tu delîl nînin ku hevdîtinên telefonan girêdayî rêxistineke îllegal in. Tevî ku ne endamên rêxistinê ne jî îdîa dikin û operasyonê dikin. Ev operasyon amûreke siyasî ye. Mijarên ku bala me kişandine hene. Di îdîanameyan de rêveberên komeleyê yên ji aliyê Şaredariya Stenbolê ve weke mirîşo hatine girtin hene. Ji şaredariyê re tê gotin ku karmend meaşên xwe didin komeleyê û rêxistinê. Ev îdîa xwe dispêre şahidê veşartî. DÎAYDER komeleyeke ku bi berdêla endamên xwe dijî. Ji alîkarîkirina endaman xwezayîtir tiştek nîne.”   KOMPLO    Epozdemîr destnîşan kir ku di îddîanameyeke din a ku di sala 2020’an de li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat qebûlkirin de tu delîlên ku bi tu awayî pere ji rêxistinê re hatiye şandin tune ye û wiha pê de çû: “ Tapeyên hatine guhdarkirin beriya 20’ê Kanûnê ne. Di 20’ê Kanûnê de îdiayeke wisa nîne çima di îdianameya dawî de heye. Ev rewş jî diyar dike ku bi zelalî komployek e. Îmamên girêdayî Diyanetê ji weazên siyasî didin. Weazên ku muwekîlên min didin xwedî sedemên olî ne. Ew tu carî siyasî nebûne. Îmamên me di her platformê de amade ne. Tê îdîakirin ku muwekîlên me bi çend TV'yan re daxuyanî dane. Ev di destûra bingehîn de îfadekirina nêrînekê ye ne tiştekî din e.”   ‘DIJMINATIYA LI DIJÎ KURDÎ’   Epozdemîr, bi lêv kir ku dema mirov li îdianameyê dinêre dibîne ku dijminatiyeke ser kurdî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tu hiqûqnas nikarin endametiya rêxistinê ji vê dosyayê derxîne. Di îfadeya sê şahidan de navê tu muwekîlên min nehatiye gotin. Di tapeyan de jî nehatine gotin. Em qet qebûl nakin ku vê dozê di rojevê de bihêlin. Em bikaranîna armancên siyasî qebûl nakin. Ji aliyê hiqûqî ve parastinan bikin. Tenê biryarek heye ku ji vê dozê derkeve, ew jî beraet e. Darizandinên wan ên adil hatine astengkirin. Em hêvî dikin ku dadgeh vê bike. Qet nebe wê piçek baweriya me bi edaletê çêbibe.”