Lêgerîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 300'î de ye 2022-01-01 09:19:12   RIHA - Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji bo Hecî Esvet Şeyaşar û kurên wî Celal û Adil ên ji hêla parêzvan û xizmên parlementerê AKP'î ve hatin kuştin li ber Edliyeya Rihayê "Nobeda Edaletê" digirin, 300 roj in bênavber çalakiya xwe ya nobedê li dar dixin.    Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz di çaçroveya xebatên hilbijartinê de serdana kargehan kiribûn û di dema serdana keargeha mala Şenyaşarê de êriş biribûn ser mala Şenyaşarê. Di vê rişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûbûn. Xizmên Yildizê AKP'î êrişên xwe li nexweşxaneyê jî domandibûn û li vira Celal û Adil Şenyaşarê bi giranî birîndar kuştibûn. Bav Hecî Esvet Şenyaşar jî gava ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çûbû nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê li ber çavê hevjîna xwe Emîne Şenyaşarê hatibû lînçkirin û kuştin.    Serddozgeriya Komarê ya Rihayê têkildarî bûyerê lêprisîn dabû destpêkirin û lêpirsînê di 18 mehan de temam kiribû. Lê belê dozgeriyê îdianame tenê derbarê bûyerên li kargehê qewimîbûn amade kiribû û bûyera li nexweşxaneyê ji nedîtîve hatibû. Lêprisîna derbarê bûyerên li nexweşxaneyê de jî bi biryara "veşarî" didome. Di danişîna biryardayînê ya 2'yê Nîsanê de li Fadil Şenyaşarê ji malbata wî 3 kes hatibûn qetilkirin û birîndar bûbû 37 sal û 9 meh ecza hatibû birîn. Piştî bûyerê bi 15 mehan, di 18'ê Îlona 2019'an de Enver Yildiz, birayê wekîlê AKP'î, bi 50 parêzvanan hatibû Edliyeya Rihayê û hatibû girtin. Dadgehê 18 sal ceza li wî jî birîbû.    Ferdên malbata Şenyaşarê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ber çavê erkanên dewletê hatibûn qetilkirin. Di ser bûyerê re sal derbas bûn lê belê hê jî bi navê edaletê tiştek pêk nehatiye. Ji ebr vê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya "Nobeda Edaletê" kiribûn. Nobeda Edaletê ya dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji wê çaxê heya niha didome.    Me têkildarî berxwedana nêzî salekê ya dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar xulase kir:    ADAR   * 9 Adar: Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar gotin "êdî sebra me nema" û li ber edliyeyê Nobeda Edaletê dan destpêkirin.    * 15 Adar: Dayik Şenyaşar bi îdiaya "heqaret li karmendên dewletê" kiriye di roja 7'an a nobedê de hat binçavkirin.    * 25 Adar: Dayik Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyalar di roja 17'an a çalakiyê de hatin binçavkirin.    * 30 Adar: Dayik Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 22'yan a çalakiyê de hatin binçavkirin.    NÎSAN   * 1 Nîsan: Polîsan di roja 24'an a nobedê de mudaxileyî çalakiyê kirin. Polîsan li Ferît Şenyaşar xist. Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê.    * 2 Nîsan: Ji ber bûyera li kargehê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar hat birîn.    * 10 Nîsan: Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû di roja 33'yan a nobedê de hevdîtin bi malbatê re kir. Davûtoglû got, dê dozê bişopînin.    GULAN   * 17 Gulan: Malbatê ji ber qedexeya pandemiyê çalakiya xwe 17 rojan li malê li dar xist, lê di roja 70'yî ya çalakiyê de cardin çû ber edliyeyê.    * 20 Gulan: Dayik Emşne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, di roja 73'yan a nobedê de, beriya serdana Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan hatin derbkirin û binçavkirin.    HEZÎRAN   * 19 Hezîran: Malbat, di roja 103'yan a nobedê de li Dîlokê hevdîtin bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû re kir.    * 22 Hezîran: Polîsan di roja 106'an de cardin mduaxileyî nobedê kirin. Di mudaxileyê de dayik Şenyaşar nerihet bû û ket erdê û wê rakirin nexweşxaneyö.    TÎRMEH   * 14 Tîrmeh: Beriya serdana Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar cardin hatin binçavkirin.    TEBAX   * 10 Tebax: Di roja 155'an a çalakiyê de gava malbat çû nimêj bike, dowîzên wan ji hêla polîsan ve hatin desteserkirin.    * 12 Tebax: Malbat di roja 157'an a nobedê de cardin bi mduaxileya polîsan re rû bi rû ma. Polîsan pankarta malbatê sûc hesiband û cezayê pere li Ferît Şenyalar birî.    ÎLON   * 9 Îlon: Ji ber lêgerîna wê ya ji bo edaletê doz li Emîne Şenyaşarê hat kirin. Bi hinceta ku "heqaret" li Îbrahîm Halîl Yildizê AKP'î kiriye doz lê hat kirin.    * 10 Îlon: Dayik Emîne Şenyaşar ji ber bi hinceta "heqaret" li Yildiz kiriye doz lê hat kirin, iştî vê dozê bi rojekê vê carê bi hinceta "heqaret" li Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû kiriye îfade da.    * 15 Îlon: Têkildarî êrişê dîmenine nû derketin holê. Hat tespîtkirin ku kesekî ku bi keleşkofê êriş biriye ser kargeha mala Şenyaşarê daxilî doseyê hatiye kirin.    * 24 Îlon: Di roja 200'î ya nobedê de 200 parêzer tevli nobedê bûn. Parêzeran di daxuyaniyê de bal kişandin ser bêdengiya darazê û gotin: "Daxwaza malbata Şenyaşarê daxwaza me hemûya ye."    COTMEH   * 6 Cotmeh: Di roja 212'an a nobedê de bi hinceta gotina wî "ji qesrê ditirsin" derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîn hat destpêkirin.    * 16 Cotmeh: Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan serdana malbatê kir. Babacan got: "Ji xeynî têkoşînê tu rê tune ye."    * 23 Cotmeh: Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz di roja 229'an a nobedê de serdana malbatê kir û got: "Em ê bi hev re edaletê bînin."    MIJDAR   * 4 Mijdar: Dayik Emîne Şenyaşar ku nexweş ket û tevî seroma di milê xwe de nobeda xwe doman, cardin bi mudaxileya polîsan re rû bi rû ma.    * 9 Mijdar: Dayik Emîne Şenyaşar ku got "Kujerên zarokên min bidarizînin" cardin bi hinceta "heqaret li karmendên dewletê" kiriye ket ebr lêpirsînê.    * 13 Mijdar: Parlementerê AKP'î Ahmet Eşref Fakibaba ji bo malbata Şenyaşarê got: "Ji ber ku min wê çaxê got 'terorîst in', ez ji ber xwe fedî dikim. Xwedê sebr û hedanê bid Emîne Şenyaşarê. Dilê min diêşe."    * 19 Mijdar: Biryar hat dayîn ku doza ku bi hinceta "heqaret" li parlementerê AKP'î Yildiz kiriye û doza bi hinceta "heqaret" li Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû kiriye li Emîne Şenyaşarê hat kirin, bê yekkirin.    * 28 Mijdar: Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû di roja 265'an a nobedê de serdana malbatê kir û got: "Em bi bûyerê dizanin. Xwedê alîkarê we be. Înşeleh wê rojekê edalet pêk bê."    * 30 Mijdar: Dayik Şenyaşar, bi hinceta "heqaret" kiriye di roja 267'an a nobedê de careke din îfade da.    KANÛN   * 9 Kanûn: Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû di roja 267'an de li ber edliyeyê serdana malbatê kir û got: "Ez ê şopdarê vê dozê bim."    * 9 Kanûn: Ji bo teşxîskirina êrişa hat kirin cara 3'yan ji bo îfadeyê gazî malbatê kirin. Di zabitnameya teşxîskirinê de "kiryar nediyar" hat nivîsandin.    * 20 Kanûn: Walîtiya Rihayê daxwaza malbatê ya ji bo konvevegirtina li ber edliyeyê red kir.    * 21 Kanûn: Cara 11'an bi hinceta "heqaret kiriye" ji bo îfadeyê gazî Dayik Emîne Şenyaşarê kirin.    * 27 Kanûn: Bi hinceta "heqaret" li Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye vê carê li Enqereyê doz li dayik Emîne Şenyaşarê hat vekirin.    *30 Kanûn: Di roja 245'an a Nobeda Edaletê de vê carê ji ber gotinên wê careke din ji bo îfadeyê gazî dayik Emîne Şenyaşar kirin. Şenyaşar ji dozger re got: "Careke din ji bo îfadeyê gazî min nekin, herin kujerên zarokên min bibînin."    * 31 Kanûn: Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar sala 2021'ê li ber Edliyeya Rihayê, di Nobeda Edaletê de derbas kirin.    MA / Emrûllah Acar