Gardiyanan hewl da girtiyekî bifetisînin 2022-01-01 14:11:00   ŞIRNEX - Reşît Îlhan ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê girtî ye, ragihand ku gardiyanan hewl daye wî bifetisînin.    Reşît Îlhan ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê girtî ye, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Îlhan, da zanîn ku gardiyanan tundiyê lê kiriye û hewl dane wî bifetisînin û ev tişt gotin: "Hevalê min qawişê Hamza Arzûman derxistine jorê. Bi derxistina wî re gardiyanan tundiya fizîkî li min kirin. Gardiyanan qirêka min şidand û hewl dan min bifetisînin. Hamza xwe ji destê wan xelas kir û bi hewara min de hat û min ji fetisandinê xelas kir."   Îlhan, banga hestiyariyê kir.