Malbata Gulîstan Dokûyê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştandinê da destpêkirin 2022-01-01 19:30:46   DERSIM - Malbata Gulîstan Dokûyê ya ku xeber jê nayê girtin, ji bo aqûbeta keça xwe li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.    Malbata Gulîstan Dokûyê ku ji 5'ê Çileya 2020'an heya niha tu xeber jê nayên girtin, ji bo dîtina keça xwe li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.    Malbata Dokû ku li Amedê dijî, beriya salvegera windabûna keça xwe îro çû Dersimê. Bav Halît Dokû, dayik Bedriye Dokû û xwişk Aygul Dokû, di çalakiya rûniştinê ya li ber Edliyeya Dersimê de li aqûbeta Dokûyê pirsîn.   Ferdên malbatê ji bo dîtin Dokûyê bang li Wezraeta Dadê kirin.    Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersijmê serdana malbatê kirin.