ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-02 09:00:03   * Ji parêzerên Ocalan Mahmût Çakar, diyar kir ku dê têkoşîna gelan karibe rejîma tahdeyê ya AKP-MHP'Ê xera bike û got: "Ev têkoşîn jî bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e."    * Kesên hevaltiya Fatma Ûyarê kirine, salên wê yên ewil ên di nava têkoşînê de bibîr xistin û gotin: "Zarok bû, biçûçik bû, lê bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire bihêz û wêrek bû."    * Hurriyet Dogan ku di Girtîgeha Şakranê de ye, înfaza wê hat şewitandin. Berdana Doganê 10 mehan hat taloqkirin.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar wê di roja 300’emîn de berdewam dike.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 48’emîn de berdewam dike. (13.00-16.00)   * Hêzên Têkoşîna Yekbûyî wê li Navenda Çandê ya Hasan Alî Yucel a Kartalê forûma “Eger em li dijî xizanî, kedxwarî, bêkariyê bibin yek, em ê bi ser bikevin” li dar bixin. (13.30-17.00) (ZINDÎ)    * Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê êrîşa li dijî avahiya wan a Bahçelîevlerê pêk hatî dê bi daxuyaniyekê li Qada Şîrînevlerê şermezar bike. (16.00)