Înfaza girtî Hurriyet Dogan hat şewitandin 2022-01-02 09:02:56     ÎZMÎR - Hurriyet Dogan ku di Girtîgeha Şakranê de ye, înfaza wê hat şewitandin. Berdana Dogan 10 mehan hat taloqkirin.    Hurriyet Dogan ku di Girtîgeha Şakranê ya Jinan de ye, înfaza xwe temam kiriye lê dîsa jî nayê berdan. Dogan ku di sala 2005'an de hatiye girtin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 19 sal û 6meh ecza lê hatiye birîn. Di 2012'an de ji Edeneyê sirgûnî Girtîgeha Şakranê ya Jinan hatiye kirin. Diviyabû di 3'yê Çişeya 2022'yan de bihatana berdan, lê dozgerê Komîsyona Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi hinceta greva birçîbûnê û cezayên hucreyê berdana Doganê 10 mehan taloq kir.    Hurriyet Dogan, di 31'ê Adarê de telefonî birayê xwe Vedat Dogan kir û ragihand ku înfaza wê hatiye şewitandin.    ÎNFAZA WÊ HAT ŞEWITANDIN   Vedat Dogan got: "Di 27'ê Kanûnê de gardiyan xwişka min dibin odeyekê. Di nav heyeta ku xwe wekî civaknas, derûnas û dozger dide nas kirin dozger jî hebûye. Dozger ji xwişka min re gotiye, 'bi qasî ku me raçav kiriye tu ne poşman î' û bi hinceta çalakiyên grevabirçîbûnê û cezayên hucreyê înfaza wê dişewitînin. Xwişka min jî ji dozger re dibêje, tu bi van prisan sûc dikî û ber wî radibe."    DÊ ÎTIRAZ BIKE   Dogan, anî ziman ku li girtîgehan girtî bi pêkanînên kêfî re rû bi rû dimînin û got: "Xwişka min tenê bi vê re rû bi rû nemaye. Bi hezaran girtî bi awayekî kêfî nayên berdan. Dê parêzer ji bo vê daxwaznameya îtirazê bide girtîgehê. Li gor encama daxwaznameyê çi hewce be em ê bikin. Bila her kes hay ji van pêkanînên bêhiqûqî hebe. Em ê vê bêhiqûqîtiyê li her derî bînin ziman."    'ARMANC SERÎTEWANDIN E'   Dogan, destnîşan kir ku Komîsyona Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi hiqûqa dijminatiyê nêzî kurdan dibe û got: "Pir aşkere ye ku tu eleqeya van komîsyonan bi hiqûqê re tune ye. Komîyonine kêfî ne. Ji bo girtiyan bernedin li gor xw ekirasekî difesilînin. Ev helwest di hiqûq dijminatiyê de jî tune ye. Dixwazin bi van rêbazan serî li girtiyan bitewînin. Îqtidar bi xwe jî dizane ku dê bi vî awayî negihê tu mexsedê. Dadgehek li gor xwe çêkirine û bi vê înfazan dişewitînin."    MA / Hakan Yalçin