Parêzerê DÎAYDER'ê Epozdemîr: Dozname nîne buxtanname ye 2022-01-03 09:12:34   STENBOL - Parêzer Firat Epozdemîr, doznameya ku derbarê endamên DÎAYDER'ê de hatiye amadekirin weke "buxtanname" pênase kir û diyar kir ku wê giliya çapameniya alîgir ku bandor li pêvajoya darizandinê dike bikin.      Di çaçroveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatibû destpêkirin de di 3'ê tîrmeha 2021'an de 28 endamên Komeleya Piştevanî û Piştgiriya Alimên Olî (DÎAYDER) hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirina 7 rojan ji van endaman Alî Fûat Hatîp, Aydin Ayhan, Enver Karabey, Mehmet Înan, Mehmet Emîn Aslan, Nezîr Erdemcî, Ekrem Baran, Hafîk Tûnç û Sefa Mehmetoglû hatibûn girtin û 17 jê jî hatibûn berdan. Piştî 6 mehan derbarê 23 kesan de dozname hat amadekirin û di doznameyê de sûcdariya "endamtiya rêxistinê" û "bi zanebûn û xwestin alîkariya rêxistinê" li endamên DÎAYDER'ê tê kirin. Dozname ji aliyê 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbole ve hat qebûlkirin. Wê danişîna yekemîn a dozê di navbera 18 û 21'ê sibatê de bê dîtin.    NAVEROKA DOZNAMÊ   Di doznameyê de hatiye angaştkirin xutbeya ku seydayan bi kurdî daye ne zaravaya "herêmî" ye û gotinên "Civak, Bawermend, Heja, Jiyan, Henber, Rûmet, Taybet" ku seydayan di xutbeyan de gotine jî bi angaşta ku "gotinên rêxistinê" ne weke sûc hatine qebûlkirin. Dozname berî ku pêşkêşî dadgehê bê kirin bi çapemeniya alîgir re hat parvekirin. Piştî vê Wezareta Karên Hundir, bi hinceta endamên komeleyê yên li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dixebitin derbarê şaredariyê de venêran da destpêkirin. Çapemeniya alîgir di ser endamên komeleyê de ev çend roj in Şaredariya Stenbolê hedef nîşan dide.     BÊTEHEMÛLIYA KURDΠ   Ji parêzerên dosyayaê Parêzer Firat Epozdemîr, doznameyê nirxand û diyar kir ku di doznameyê de bêtehemûliya kurdî heye û wiha got: "Em matmayî man. Dîsa doznameyeke ku nikare bibêje gelê kurd mijara gotinê ye. Li şûna gelê kurd gotiye 'gelê herêmê'. Ev li aliyekî. Bêtehemûliya kurdî bi awayekî zelal li holê ye. Di ser vê de xebitandina seydeyan a li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê girtine û li dijî şaredariyê kirine dosya. Ev yek ji xetayên xeternak ê desthilata siyasî ya heta îro ye. Bi qebûlkirina doznameyê re ji aliyê tevahiya civakê ve hat ferqkirin ku wiha nîne."   'SEYDAYÊN 82 SALÎ DIDARIZÎNE'   Di berdewamê de Firat Epozdemîr, bi lêv kir ku bi ser seydayan de li dijî Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû operasyonek tê kirin û ev tişt gotin: "Di nav AKP'ê de hin olê di bin kontrola xwe de dizanin. Nabe ku îslamiyet bikeve bin kontrola welat, partî û nîjadekî. Ji ber ku dizane qels dibe AKP seydayên 82 salî didarizîne. Tişta ku tê kirin ji agahiyên îstixbarî wêdetir ne tiştekî din e. Agahiyên îstixbarî bi tena serê xwe ji bo hiqûqê ne derbasdar in. Weke hiqûqnasekî vê nêzikatiyê qet qebûl nakim. Di hêla hiqûqê de ne rast e ku kes bi agahiyên îstixbarî ji bo kar bên girtin. Kê qeyda sicÎla edlî dide? Wezareta Edaletê. Ji bilî vê em derxistin û girtina kar a bi agahiyên îstixbarî rast nabînin."   'DASÊ LI ÇOKA XWE XISTIYE'   Epozdemîr, destnîşan kir ku dozname li dijî hiqûqê ye û got ku bi vê doznameyê desthilatê dasê li çoka xwe xizstiye û wiha pê de çû: "Doznameya ku derbarê muwekîlên me de hatiye amadekirin doname nîne buxtanname ye. Ev ji buxtanê wêdetir ne tiştekî din e. Em rast nabînin berî derketina doznameyê rayedarên payebilind ên desthilatê derbarê dosyayê de daxuyaniyan bidin. Piştî ku derkeve jî şîrovekirina wan ne rast e. Ev hewldana bandorkirina li ser darizandinê ye. Ev rewşeke asteng a ser azadiya ramanê ye û bandor li bêalîbûn û serxwebûna dadgehan dike. Ji ber vê divê desthilata siyasî daxuyaniyên bi vî rengî nede. Em ê giliya van kesên ku hewl dan bi daxuyaniyên xwe bandor li pêvajoya darizandinê bikin û çapameniya alîgir ku nûçe çêkirin, bikin."   MA / Ferhat Çelîk