Bersiva Amediyan a ji bo qeyûm: Xwediyê vê derê gel e 2022-01-03 11:24:45   AMED - Şêniyên Amedê ku bertek nîşanî gotina qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Munîr Karaloglû ya ‘Xwediyê vî bajarî heye’ dan wiha gotin: “Xwediyê vî bajarî gel e. Dema wext hat dê bivê nevê biçin.”   Niqaşên li Amedê bê ka şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de çawa ji bo berjewendiyan destûrê didin înşaetên neqanûnî, tên kirin didomin. Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) di 30’ê Kanûna 2021’an de li ber edliyeyê daxuyaniyeke bi serenavê “Ev bajar ne bêxwedî ye” dabû û li dozgeriyê giliyê sazî û qeyyûmên erkdar ên destûr dane înşaetên derveyî qanûnî, kir. Daxuyaniya TMMOB’ê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Walî Munîr Karaloglû aciz kir.    Karaloglû, dema xebatên di bin navê “veguherîna bajarvaniyê” hatin destpêkirin de têkildarî daxuyaniya TMMOB’ê wiha gotibû: “Li Amedê ekîbek heye ku bi walî, parlamenter û şaredarên navçeyê re bi dilsozî û samîmî dixebite. Hûn jî vê yekê dibînin lê mixabin vîna we nîne. We vîna xwe radestî yekî din kiriye. Belavoka ku kirine destê we de hûn dixwînin. Xwediyê vî bajarî heye.” Me derbarê înşaetên qaçax û daxuyaniya ji aliyê qeyûm ve hat dayîn de mikrofon dirêjî şêniyên bajêr kir.    ‘DÊ BIVÊ NEVÊ BIÇIN’   Welatî Serhat Bozhan, bal kişand ku Karaloglû şûna hevşaredarên hatin hilbijartin, hatiye tayînkirin û wiha got: “Zilamên xwe anîn danîn wir û ev ji kê re dixebitin diyar e. Xwe weke xwediyê welat hîs dikin. Em hêvî dikin ku di demekî nêzîk de ji van xelas bin. Em bawer dikin û em ê xelas bin jî. Xwediyê Amedê gelê Amedê ye. Kes di xema wan de nîne. Dema wext hat wê bivê nevê biçin.”   ‘XWEDIYÊ VÎ BAJARÎ EM IN’   Mehmet Erdem jî dazanîn ku xwediyê welat gel e, ji gel mezintir kes tune ye û wiha axivî: “Gotinên qeyûm xelet in. Em bi xwe nehatiye hilbijartin û di statuya karmendekê de ye. Tiştên ku gotin li gor wî normal in lê heke kesekî ji gel û hatibûya hilbijartin bûya teqez tiştekî wisa nedigot.”  Saît Yuce jî bi gotina “Xwediyê vî welatî em in” bersiv da gotina qeyûm û wiha got: “Heke gel tune be tu tişt tune ye. Heke hinek aqlê wî hebûya tiştên wisa nedigotin.”   ‘QEYÛM MALÊN ME XERAB KIRIN’   Emîn Can Sezer jî dazanîn ku ji ber xaniyê wî yê li Taxa Alî Paşa ya navçeya Sûrê xera bûye, neçar man ku koç bikin û wiha axivî: “Xaniyê me yê li Alî Paşa hilweşandin, pişt re avahiyên TOKÎ’yê li wir çêkirin. Tu ji wan jî nehatin firotin. Dinyayeke pereyan xerc kirin. Xaniyên me vala xera kirin. Heke tiştek ji vî gelî re kiribûna, wê zarok li kolanan peçete nefirotana. Xwediyê vî bajarî em in. Me ew ne hilbijart. Weke qeyûm hat tayînkirin, ew nikare bibe xwediyê vî bajarî.”   ‘NE BANK NE JÎ PARK HEYE’   Ciwana bi navê Doga Çinar jî anî ziman ku di kolanên bajar de tu baş bûn tune ye û wiha axivî: “Li kolanan bankeke ku mirov lê rûnin tune ye. Parkeke ku zarok lê bileyizin tune ye. Hemûyan difiroşin. Diçin dikin cihên dewlemendan. Ev bajar yê amediyan e ne yê kesekî din e.”   ‘EV AX YA GEL E’   Nûrettîn Nazli jî bi lêv kir ku gotinên qeyûm nayên qebûlkirin û wiha got: “Ev ax ne ya kesekî ya vî gelî ye. Ew dê sibê du sibe ji van deran biçin. Tiştekî wisa nayê qebûlkirin. Ji bo vî gelî tiştek nekirin. Gel xistin bin deyanan. Kes wan weke muxatab nagire. Kes bi wan re naaxive ku biçe derdê xwe ji wan re bêje. Mirovekî ku ji rastiya gel dûr e, ew hilbijartiye û anîye. Tişta ew dikin desteserkirine. Tevî hemû zextan jî nikarin vîna gel bişikînin. Kes nikare bi vîna vî gelî bilîze. Heke sibê hilbijartinek çêbibe em ê dîsa serbikevin û em ê wan têk bibin.”   MA / Eylem Akdag - Mehmet Guleş