Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li Stenbolê ye 2022-01-03 12:15:58   RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, dê di roja 301’emîn de li Stenbolê serdana ÎHD’ê û Partiya Şoreşger bike.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a di 9’ê Adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 301’emîn de ye.    Ferît Şenyaşar ê duh ji bo tevlî “Forûma Gel” a Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) bibe çû Stenbolê, dê îro ji bo daxwaza piştgiriya hiqûqî serdana Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Serokatiya Partiya Şoreşger a Yekbûyî ya Stenbolê bike. Dayika Emîne Şenyaşar jî li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe didomîne.    ‘TENÊ YEK GIRTÎ JÎ NÎNE’   Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “We sê mirovên me li nexweşxaneyê qetil kirin. Tenê yek girtî jî nîne. Êdî birayê me yê nêzî 4 sal in bi biryareke siyasî di hucreyeke yek kesî de tê girtin, berdin. Hin parlementerên AKP’ê jî vê zilmê qebûl nakin.”