Dozger xwest êrişkarê HDP’ê Sutçu were girtin 2022-01-03 15:47:56   STENBOL - Muhammed Eren Sutçu ku bi kêr û çekê êrişî Rêxistina HDP’a Bahçelîevlerê kiribû, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.    Muhammed Eren Sutçu yê bi çek û kêrê li Stenbolê êrişî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelîevlerê kiribû, anîn Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê. Dozgeriyê, Sutçu ji sûcê “Gef xwarin û birîndar kirinê” bi daxwaza girtinê sewqî 3’yemîn Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê kir.    Di 28'ê kanûna 2021'an de kesê bi navê Mûhammed Eren Sutçu bi kêr û çekan êrişî avahiya HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê kiribû û hatibû binçavkirin. Di encama êrişê de Ramazan Dişari û endamê partiyê Azîz Şîmşek hatibûn birîndarkirin. Li ser dosya Sutçu ku anîn edliyeyê biryara "nepeniyê" heye. Dema binçavkirina êrişkar 4 roj hatibûn dirêjkirin.