Sutçu yê bi çekê êrişî HDP’ê kir hat berdan 2022-01-03 16:01:22   STENBOL - Dadgehê Muhammed Eren Sutçu yê bi çek û kêrê êrişî avahiya HDP’ê kir, berda.    Muhammed Eren Sutçu yê bi çek û kêrê li Stenbolê êrişî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelîevlerê kiribû, piştî kirariyên li miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat kirin. Dozgeriyê, piştî îfade wergirt, Sutçu ji sûcê “Gef xwarin û birîndar kirinê” bi daxwaza girtinê sewqî 3’yemîn Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê kir. Dadgehê jî Sutçu berda.    Çİ QEWIMÎ BÛ?   Di 28'ê kanûna 2021'an de kesê bi navê Mûhammed Eren Sutçu bi kêr û çekan êrişî avahiya HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê kiribû û hatibû binçavkirin. Dema binçavkirina êrişkar 4 roj hatibûn dirêjkirin. Di encama êrişê de Ramazan Dişari û endamê partiyê Azîz Şîmşek hatibûn birîndarkirin. Li ser dosya Sutçu ku hat berdan biryara "nepeniyê" heye.