Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklarê didome 2022-01-03 16:28:26 ÎZMÎR - Li Girtîgeha Kiriklarê ya Bûcayê, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî zext û mehmeleya xerab dabû destpêkirin di roja 37'an de didome.  Li Girtîgeha Hejmara 2 ya Tîpa F a Kiriklarê ya Bûcayê, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî zext û mehmeleya xerab di 28'ê mijdara 2021'an de dabû destpêkirin di roja 37'an de didome. Destpêkê girtiyên bi navê Sînan Dûrmaz, Onûr Yilmaz, Abdûllah Gunay, Sabah Dayan, Ozan Alpkaya, Halîs Daghan, Sertaç Kiliçarslan û Kenan Yildizbakan ketibûn grevê. Ji ber berdewamkirina binpêkirinan di 27'ê kanûnê de girtiyên bi navê Mahîr Çakir, Şaban Sidal, Îbrahîm Tîkan jî tevlî çalakiyê bûbûn. Bi van her sê girtiyan re hejmara girtiyên ketine grevê derket 11'an.    Tê payîn ku rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê roja çarşemê biçin girtÎgehê û bi girtiyan hevdîtin pêk bînin.