ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-04 09:00:10 * Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, diyar kir ku dibe ku ji ber varyanta Omîcronê hejmara rojane ya pêketîyan bibe 100 hezar û got: "Dibe ku em bi tsûnamîyekê re rû bi rû bimînin."  * Malbata Dokû ku 2 sal in tu xeberê ji keça xwe nagire û 4 roj in li ber edliyeyê nobedê digire, dixwaze sergumanbar Zaynal Abarakov bê darizandin û aqûbeta keça wan bê eşkerekirin.    * Li Kerboranê polîs Savaş Goktaş, Suphiye Yakûtê seqet kiribû. Qeymeqamtiya Kerboranê jî darizandina polîs Goktaş dabû sekinandin. Lê dadgeha îstinafê vê biryara qeymeqamtiyê xera kir û biryar da ku darizandin ji nû ve bê destpêkirin.    * Li Cizîrê, zêdetirî 30 sal in tapoya avahiyên îskanê yên di 1984'an de hatine çêkirin, nedane xwediyê wan. Welatiyên ku ji ber vê nikarin sûdê ji xizmetên sererd û binerdê wergirin, xwestin ev mexddûriyeta wan bê çareserkirin.    * Dayik Aştiyê yên Edeneyê, xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û gotin: "Sedema aloziyê tecrîd e, demildest divê tecrîd bê rakirin."    * Waniyan destnîşan kir ku sedema sereke ya krîza aborî polîtîkayên şer ên AKP'ê ne û got: "Fîşekên li kurdan tên teqandin, niha wekî zeman vedigerin."   * Siyajîn Bûrûntekîn, şagirda Sêvê Demîr, diyar kir ku bi Sêvê Demîr nasnameya jinê nas kiriye û got: "Di aliyê nasnameya jin de tiştê ku wê nîşanî me da ne malbata me ne jî civaka me nîşanî me neda. Kengî biwestim ew tê bîra min û bi wê rêya xwe didomînim."   * Serokê MHP'ê yê Peyasê ku piştî qeyda dengê wî derket holê îstifakirinê lê hat ferzkirin, bêyî ku kes pê bihese ji serokatiya navçeyê ew anîn kirin cîgirê serokatiya navçeyê. Serokê MHP'ê Cîhan Kayaalp jî serokê Rezanê yê ku li ber vê rewşê rabû ji peywirê girt. Polîsê ku ji ber vê nerihet bû jî li Kayaalp xist û milê wî şikand.     * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 302’yemîn de berdewam dike.    * Komîsyona Kongreyê ya HDP’a Îzmîrê, wê xebatên 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî ku bi dirûşmeya “Niha li Îzmîrê dema HDP’ê ye” dê li dar bixe, bi civîneke çapemeniyê li avahiya xwe ya bajêr bide destpêkirin. (11.00)   * Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG), wê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di sala 2021’an de yên li ser rojnamevanan pêkhatin, li avahiya xwe ya komeleyê aşkere bike. (12.00) ZINDÎ   * Parêzerên malbata Gezer têkildarî lêpirsîna îşkence û êrîşa zayendî ya li hemberî Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest da, wê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)   * Civîna koma HDP'ê ya Meclîsê wê bi beşdariya Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên ji navçeyên herêmê hatin pêk were. (12.45)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Amed û Wanê dane destpêkirin berdewam dikin. (13.00-16.00)   * Malbatên Pirsûsê wê li Parka Moda ya Kadikoyê têkildarî êrîşa li dijî gora Ece Dînç a di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniya çapemeniyê bidin. (18.00)