Hişyariya ji bo Omîcronê: Dibe ku em bi tsûnamiyekê re rû bi rû bimînin 2022-01-04 09:01:33 AMED - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, diyar kir ku dibe ku ji ber varyanta Omîcronê hejmara rojane ya pêketîyan bibe 100 hezar û got: "Dibe ku em bi tsûnamîyekê re rû bi rû bimînin."  Hejmara pêketîyên Covîd-19'ê zêde dibe. Bi taybetî piştî varyanta Omîcronê rû da, li seranserê welêt hema bibêje hejmara pêketiyan du qat zêde bûye. Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya, anî ziman ku ger tevdîr neyên girtin dê hejmara pêketiyan zêdetir bibe.    Yerlîkaya, destnîşan kir ku şewb niha bi varyantên cur bi cur didome û bibîr xist ku li gor daneyên dawî heya niha li seranserê cîhanê 5 milyon û 400 hezar kes ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane. Yerlîkaya, bilêv kir ku lê belê ev hejmara zêdetir e û got: "A rast ev wêneyê rûxandina pergala tenduristiyê ya cîhanê ye."    'TSÛNAMÎ'    Yerlîkaya, destnîşan kir ku hefteyek e li seranserê Tirkiyeyê pêketiyên Covîd-19'ê cardin zêde bûne û ev hejmara dê bi varyanta Omîcronê zêdetir bibe. Yerlîkaya, bilêv kir ku dibe ku 10-15 roj bi şûnde li Tirkiyeyê hejmara rojane ya pêketiyan bigihê 100 hezarî û got: "Yanî dibe ku em bi tsûnamîyekê re rû bi rû bimînin."    Yerlîkaya, diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê ji bo varyanta Omcîronê tu tevdîr negirtine û şewb "di halê xwe de" hatiye hiştin. Yerlîkaya got: "Li Tirkiyeyê prisgirêka herî girîn, bi awayekî zelal neaşkerekirina daneyan e. Me ev yek di hejmara pêketî û miriyan de dît. Omîcron, li gor varyanta Deltayê zûtir belav dibe. Lewma em dikarin bibêjin ku çend du sê hefte bi şûn de dibe ku Omîcron tam belav bibe."