Qurana Mela Kasim desteser kirin 2022-01-04 11:36:43   ŞIRNEX - Kurê Mela Kasim Yîgît ê girtî, Nûrettîn Yîgît anî ziman ku rêveberiya Girtîgeha Şirnexê li dijî bavê wî nêzîkatiyeke li dijî hiqûqê dide meşandin û got: "Qurana ku me jê re şandî jî radestî wî nekirine û desteser kirine."    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di dema hevdîtinên budçeyê de di 10'ê Kanûnê de têkildarî kuştina Tahîr Guven ê birayê Serokê AKP'ê yê Şirnexê yê berê Cîhan Guven, HDP kiribû hedef. Piştî vê axaftina Soylû, polîsan bi ser malan de girtibûn û 33 kes binçavkiribûn. Her wiha bi ser avahiya rêxistina HDP'ê ya Cizîrê de jî girtibûn. Ji 33 kesan 20 kes hatibûn girtin.Yek ji kesên ku hatiye girtin jî Mela Kasim Yîgît (47) e. Mela Kasim ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin, hefteyekê di hucreyê de hatibû hiştin û pergala germkirinê ya hucreyê jî jê re nehatibû vekirin. Malbata Mela Kasim ragihand ku Qurana ku wan jê re şandibû hatiye desteserkirin û kincên ku wan jê re şandin jî nehatine teslîm kirin. Di hevdîtina ku Mela Kasim herî dawî bi malbata xwe re kir de ragihand ku ji bo destnîmêje bigirin avê nadine wan."   'HERKES DIZANE BAVÊ MIN MELA YE'    Kurê Mela Kasim, Nûrettîn Yîgît, diyar kir ku girtina bavê wî li dijî hiqûqêye, melatiya bavê wî ji aliyê şandeya dadgehê ve hatiye înkarkirin û wiha got: "Li ku êşek, xweşiyek heba bavê min li wir bû. Armanca wî tenê ji mirovahiyê re xîzmet bû. Bavê min li her derê bû. Bê ferq û cudahî tevlî her cenazeyekî dibû. Çimkî mela bû û gel jî wisa qebûlkiriye. Li ku şer û pêvçûnek hebûya bavê min li wir dibû hêza aştiyê. Ji bo ku di nava civakê de pirsgêrîkên heyî  mezin nebin, her tişteke ku ji destê wî dihat dikir. Piştî ku hat binçavkirin jî pirsa, 'Çima civak ji te hez dike? Tu li ser hêstên gel dixebitî?' hat kirin. Ez 24 salî me qasî ku tê bîra min bavê min melatî kiriye. Bavê min her tim ji bo civaka xwe xîzmet kiriye. Ji Cizîrê heta ku Colemêrgê herkes dizane ku bavê min mela ye. Lê di dadgehê de ji wî re gotine, 'Tu ne melayî. Mela nasnavê te ye' Em vî tiştî qebûl nakin. Ji bo girtina wî hincetên bi vî rengî çêdikin. Em weke malbat girtina wî qebûl nakin."   'QURANA WÎ DESTESER KIRIN'    Yîgît, da zanîn ku, Qurana wî ji bavê xwe re şandiye hatiye desteserkirin û wiha berdewam kir: "Bavê min ji xwe nexweşe. 2 caran anjîyo bûye. Ev 2 heftîne dermanê wî nadinê. Me Qurana wî jî şand lê nedane wî û desteser kirine. Gotine bila ji vir bistîne. Çend carin ji wan dixwaze jî nadinê. Min jê re şelwar birin ew jî qebûl nekirin. Gotin, 'Şelwar tişteke çawa ye em qebûl nakin' Heger şelwar nebe bavê min nikare nimêjê bike. Bavê min nêzî 2 heftiyan di hûcreyê de hiştin. Me ev tişt qebûl nekir û giliyê girtîgehê kir. Piştî ku 20 roj derbas bûn nû bavê min derbasî qawişê kirin. Bavê min roja hatiye girtin ve heman kincan li xwe dike. Ew kincên ku me jê re şandine nadinê. Heta ku duh jî telefona me kir û got, 'Hê ew kincên ku roja ewil li ber minin'. Tu wîjdan û hiqûq vî tiştî qebûl nake. Ev 24 rojin bavê min di girtîgehê de ye.Wê roja ku em pê re axivîn jî got ku avê nadinê ku dest nimêje bigire. 18 kes di heman qawişê de dimînin, lê avê nadinê. Heta ku ji bo ava vexwarinê jî dibêjin ava labavoyê vexwin. Ev tişt nayê qebûl nekirin. Mirov mela be û av nebe ku mirov dest nimêjê bigire. Kî dê vê yekê qebûl bike? Li ser olî siyaseta xwe didin meşandin, lê niha di girtîgehê de av nadin melayekî ku dest nimêja xwe bigire. Em hêvî dikin ku demeke nêz de bê berdan."   'DIVIYABÛ HATIBA BERDAN'    Parêzerê Mela Kasim Sertaç Ozkan jî da zanîn ku ji bo girtina wî tu delîleke berbiçav tune ye û wiha axivî: "Li dozgeriyê û li Dadgeha Cezayê Sulhê me bi taybetî ev tişt anî ziman. Lêpirsîna dawî siyasî ye. Di dosyeya heyî de nêzî 20 girtî hene. Xala 20 girtiyan a hevkar ew e ku îfadeyên şahidên veşartî hene. Di dosyayê de ji bilî şahidê nepenî tiştek nîne. Bi gelemperî Dadgeha Bilind ji me re dibêje ku îfadeyên şahidên nepenî  tenê wekî bingeh nayên girtin. Divê bi delîlan were pişt rast kirin. Lê xebateke dozger ya bi vî rengî tune ye. Mînak yek ji şahidên nepenî yên Mela Kasim dibêje, 'Serokê Meya-Derê yê niha Serhat Kuçuk e, lê hemû xebatên wê Mela Kasim dide meşandin' Tenê ev hevok heye. Tişteke din tune ye. Heman tişt ji bo tawanbarên din jî derbas dibe. Ger li ser dosyaya heyî zextên siyasî tunebûya, ne mimkûn bû ku ev kes bihatibûna girtin. Di şert û mercên asayî de divê dozger ew  vedixwendibûna îfadeyê û piştî îfadeya wan jî serbest berdabûna. Lê wisa nekirin û ev jî nîşanî me dide ku ne bi hiqûqî, bi siyasî nêzî dosyayê dibin."   'SÛC DIKIN'    Ozkan, bi lêv kir ku li dijî Mela Kasim nêzikatiyeke taybet heye û wiha domand: "Hat gotin ku di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19'ê de ew di hucreyê de hatiye ragirtin. Her wiha ji ber ku Mela Kasim lêgerîna tazî qebûl nekiriye rastî zextên fizîkî hatiye. Bi zanebûn encamên testa Seyda hinekî dereng hiştin. Lê di nava 2-3 rojan de ew pirsgirêk jî çareser bû û derbasî kawişê kirin. Lê pirsgirêka giştî ya girtîgehê didome. Li girtîgehê pirsgirêka germkirinê heye. Pirsgirêka av û xwarinê heye. Mela Kasim jî nexweş e. Hem ji ber temenê xwe hem jî ji ber ku nexweşiya dil heye nikare di girtîgehê de bimîne. Di xwe gihandina dermanên xwe de pirsgirêkan dikêşe. Pirsgirêkên wî yên  tenduristiyê hene. Tirkiye bi lez û bez ji rêgeza dewleta hiqûqê dûr dikeve. Dema ku mantiqa bingehîn ne hiqûq be, tiştên wisa jî çêdibin. Mijara hiqûqê kiryarên sûc in. Niha li vir pêvajo berovajiye. Di olî de her mirovek wekheve. Di olê de her misilmanek li gor adetên xwe tê veşartin. Mela jî dema diçe sersaxiyan an jî merasîma cenazeyên gel bê cudahî diçe. Lê ev tê wê wateyê ku hin kes ji vî tiştî acizin. Li dijî mantiqê hiqûqê sûc dikin. Ger dewletek li dijî qanûnên xwe tevbigere em ê bi rewşên wiha re rû bi rû bimînin. Bi gelemperî ev sosretiye. Ne wijdanî ye, ne zagoniye û ne jî mentiqê wê yê hiqûqî heye ku oldarek ji ber ku karê xwe yê sereke dike bê girtin."