Parêzeran serî li CPT da: Bila pêkanînên îşkenceyê bi dawî bibin! 2022-01-04 14:16:33   STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê, serî li CPT da û jê xwest ku tavilê serdana Îmraliyê bike.   Ji 25'ê Adara 2021'an ve agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv têne hiştin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di 24'ê Kanûna 2021'an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû û gotibû, "Ji bo dawî li zerarên ji ber binpêkirina xala 17'an a Destûra Bingehîn (qedexeya êşkenceyê) bê anîn, ji bo malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin li gorî xala 73'an a rêziknameya navxweyî biryara tedbîrê bê wergirtin."   Her wiha parêzeran, ji ber ku li dijî qanûnê wezîfeya xwe bi nebaşî bi kar tînin û li pêşiya bikaranîna maf dibin asteng di 24'ê kanûnê de li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) jî giliyê dozger û dadgerên pêwendîdar kiribûn.    DAXWAZÊN JI CPT HATIN KIRIN   Parêzeran herî dawî serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) da û bûyerên li Îmraliyê diqewimin weke 'êşkence û kiryara xerab' pênase kirin.   Parêzeran, ev daxwaz ji CPT kirin:   "* Komîteya we bi lezgînî biçin serdana Girava Îmraliyê,   * Serdana parêzeran tavilê bê kirin û herdemî be,   * Serdana malbatê û wasî bi rêk û pêk werin kirin û cezayên dîsîplînê yên li dijî hiqûqê ne bêne rawestandin,   * Li gel bicihanîna mafên serdanê her wiha mafê axaftina bi telefonê jî bi rêk û pêk were kirin,   * Astengiyên li pêşiya şandin û wergirtina name û faksan bên rakirin,   * Kiryarên nehiqûqî yên têkildarî rojname, kovar û pirtûkan bên bidawîkirin,   * Ji bo pêşîgirtina li êşkence, kiryarên li dijî mirovahiyê û kiryarên nebaş, tedbîr bêne wergirtin û bicihanîn."