‘Dosya Sutçu ji me direvînin’ 2022-01-04 14:42:34   STENBOL - Parêzer, Newroz Akalin, bi lêv kir ku dosyaya Muhammed Eren Sutçu ku êrişî avahiya HDP’a Bahçelîevlerê kir û 2 kes birîndar kirin, bi biryara nepenîtiyê ji wan tê revandin.    Muhammed Eren Sutçu ku di 28’ê Kanûna 2021’an de bi çek û kêrê êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribû û endamê partiyê Azîz Şîmşek û Ramazan Dişari birîndar kiribûn. Piştî ku endamên partiyê li ber xwe dan, Suçu ji cihê bûyerê revî. Piştî ku êrişkar di firineke nêzî avahiya partiyê nîv saetê mabû, polîsan ew binçavkiribûn.    Sutçu, piştî kirariyên li miduriyeta polîsan duh sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hatibû kirin. Dozgeriyê, piştî îfade wergirt, Sutçu ji sûcê “Gef xwarin û birîndar kirinê” bi daxwaza girtinê sewqî 3’yemîn Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê kiribû û Dadgehê jî Sutçu bi şertê “hefsa malê” berda bû.    Parêzera Ramazan Dişari û Azîz Şîmşek ên Sutçu ew birîndar kirin, Newroz Akalin diyar kir ku roja ku êriş pêk hat û vir ve li ser dosyayê biryara nepenîtiyê heye. Akalin, dazanîn ku ji ber vê yekê nikarin xwe bigihînin belge û agahiyan. Akalin, diyar kir ku bi sûcdariya “bi çekê birîndarkirina hêsan” û “gefan” îfadeya Sutçu hatiye wergirtin lê belê bi awayekî aşkera “hewldana kuştinê” ye û wiha got: “Dozgeriyê û dadgeriyê nirxandinên gelek xelet kirin. Em jî matmayî man ku hiqûq çawa dixebite. Em li benda girtina wî bûn. Ji nişka ve bi hefsa malê hat berdan.”    WÊ PARÊZER ÎTÎRAZ BIKIN   Akalin, anî ziman ku di dosyayên wisa de biryareke “nepen” a wisa nedîtine û bi lêv kirin ku dosya ji wan tê revandin. Akalin, diyar kir ku ji bo dosyayê di bin kontrola xwe de bihêlin nahêlin ew xwe bigihînin dosyayê. Akalin, dazanîn ku wê îtîrazî berdana Sutçu bikin.