Polisan êrişî malbatên girtiyan kir 2022-01-04 15:28:47   ENQERE - Polisan êrişî malbatên girtiyan ku piştî serdana xwe ya meclisê xwestin bimeşin Wezareta Edaletê kirin.    Malbatê girtiyên nexweş û girtiyen ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, bi armanca ku ku xizmên wan bên berdan û tedawîkirin hin serdanan bikin hatin Enqerê. Malbatên ku ji Wan, Amed, Şrinex,  Êlih, Mêrdîn, Gever, Sêrt, Siirt, Edene û Stenbolê hatin Enqerê destpêkê tevlî Komcivîna HDP'ê bûn. Piştî komcivînê, malbata xwestin ji Deriyê Dîkmenê yê Meclisê bimeşin Wezareta Edaletê. Lê beriya derketina malbatan polis hatin ber derî. Dema ku malbat ji vî deriyê derketin xwestin daxuyanî bidin. Polisan êrişî malbatan kir.      'EM EDALETÊ DIXWAZIN'   Rexmî astengiya polisan jî malbatan daxuyanî da. Ji malbatan Nafya Çoban, diyar kir ku ew ji bo girtî û şehîdan li Enqerê ne û wiha got: "Bila zilma li ser zarokên me rabe. Êdî bes e. Wê heta kuder ev zilm bidome. Em aştî û wekheviyê dixwazin." Necla Kocaman jî got ku ji ber zarokên wan mafê xwe yê azadiya ramanê bi kar anîne tên tecrîdkirin û ev tişt anîn ziman: "Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Çima zarokên me yên li ber mirinê bernadin? Em edaletê dixwazin. Êdî bes e dayikan neceribînin. Kêr gihîştiye hestî. Em zarokên xwe sax dixwazin. Weke dayik em li benda bersiva rayedaran e."   Gelek malbatên ku polisan êrişê wan kir bi gotina "Em naxwazin darbestên zarokên me derkevin" bertek nîşanî polisan dan.    Dema ku malbatan daxuyanî da jî polisan êrişê wan kir û heqaret li wan kirin. Malbatan bi dûrişmeyên "Bijî berxwedana zindanan" , "Em aştiyê dixwazin" û "Êdî bes e" êrişa polisan a li dijî xwe şermezar kirin.    Polisan malbatan ku li wan dan bi zorê li wesayîtên xwe siwar kirin.    Malbat derbasî Navenda Giştî ya HDP'ê bûn.    Wê malbat biçin serdana Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD).    'EM Ê LI CEM MALBATAN BIN'   Piştî ku malbat bi zorê ji ber meclisê hatin dûrxistin parlamenterên HDP'ê daxuyanî dan. Li ser navê parlamenteran Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryarkî axivî. Tîryakî bertek nîşanî nêzikbûn û êrişa polisan a li dijî xizmên girtiyan da û destnîşan kir ku wê li cem malbatan bin.