Li Wanê di 3 salan de 160 penaberan jiyana xwe ji dest da 2022-01-04 15:47:57   WAN - Endamê MYK’a ÎHD’ê Hamdî Bayhan, diyar kir ku li Wanê di 3 salên dawî de 160 penaber di rêya penaberiyê de jiyana xwe ji dest dane û xwest ku di serî de parazvanên mafên mirovan hemû beşên civakê berpirsyariyên xwe yên li dijî penaberan bi cih bînin.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê û Komeleya Koç û Lêkolînê ya Serhatê mirina penaberan a li ser sînorê Wan û Îranê bi daxuyaniyekê ragihandin. Di daxuyaniya hevpar ku li Şaxa ÎHD’ê hat dayîn de endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê ÎHD’ê Hamdî Bayhan, dazanîn ku astengkirina mirinên penaberan a li ser sînoran berpirsyartiya hemû dewletan e û bi lêv kir ku ji ber şerên ku li Rojhilata Navîn xelas nabin bi milyonan mirov mecbûr dimînin ku dest ji warên xwe bihêlin.    RIYA MIRINÊ   Bayhan, destnîşan kir ku rêya koçber û penaberan vegeriye rêya mirinê û bi lêv kir ku her mirina çêdibe êşan jî mezin dike. Bayhan, dazanîn ku li gorî rapora xebatên qadê ya komeleya wan 49 kes bi qerisînê, 68 kes di encama fetisînê ya di Gola Wanê de, 42 kes bi qezayên trafîkê, kesek jî di encama êrişa çekdarî bi komî 160 penaberan jiyana xwe ji dest da. Bayhan, pişt re daxwaz û pêşniyarên xwe rêz kirin.