Malbata Gulistan 4 roj in li pêş Edliyeyê ye 2022-01-04 17:07:14   DERSIM - Çalakiya malbat Gulistan Dokû ya li pêş avahiya edliyeyê di roja 4’an de ye.    Çalakiya rûniştinê ku malbata xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ya li Dersimê ji 5’ê Çileya 2020’an ve agahî jê nayê girtin, ji bo aqûbeta keça xwe bipirsin, li pêş Edliyeya Dersimê daye destpêkirin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. Îro endamên Baroya Dersimê û  Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê serdana malbatê kirin.