Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk hat binçavkirin 2022-01-04 22:10:38   STENBOL- Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk hat binçavkirin.   Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk, vê êvarê li mala xwe ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê hat binçavkirin. Du polîsên sivîl çûne mala Çelîk û jê re gotine Dozgeriya Komarê ya Dîlokê derbarê nûçeyên ajansê yên li ser hesabê YouTubeyê lêpirsîn daye destpêkirin û ji bo vê divê îfadeyê bide.    Paşê polîsan Çelîk bir Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Okmeydaniyê. Piştî kontrola tenduristiyê Çelîk birin Qereqola Ferîkoyê. Bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" derbarê Çelîk de ji bo rojekê biryara binçavkirinê hat dayîn.,   Tê payîn ku sibê li dozgeriyê îfadeya Çelîk bê girtin.