ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-05 09:00:40 * Di lêpirsîna derbarê 7 polîsan de ku di bûyerên Kobanê de Yûnûs Ateş kuştibûn, 8 sal in wekî xwe yî berê ye. * Şaredariya Rezanê ya ku Huseyîn Beyoglû yê AKP'î bi biryara YSK'ê tayinî wê hat kirin, bi "fermana devkî" ya Walî Munîr Karaloglû biryar girt ku 131 kargehên li navçeyê bigire.    * Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê didome. Ercan Tîkan, birayê girtî Îbrahîm Tîkan, destnîşan kir ku girtî din tecrîda li ser tecrîdê de ne.   * Li Cizîrê karkerên ku di karê komirê de dixebitin, anîn ziman ku karê wan karekî pir giran e, lê belê heqdesta digirtin têra debara wan nake.    * Midûrê Midûriyeta Polîsan ê Tarsûsê yê wê demê Haydar Çelîk ku di Doza Kobanê de bi sifetê mexdûr îfadeya wî hat girtin, diyar kir ku di 4'ê Cotmeha 2014'an de serokê HDP'ê hatiye cem wan û hewl daye pêşî li ber bûyeran bigire.    * Derket holê ku kesê di operasyona Fermandariya Cendirmeyan a Licê de, 253 kîlo tiryak li mala wî hat dîtin elemanê îstixbaratê ye. Kesên ku ekîbên cendirmeyan ên bajêr û navçeyê xistin qirika hev, bi biryara dadgehê hatin berdan.    *  Sekreterê Desteya Koorîdnasyona Bajêr a TMMOB'a Amedê Dogan Hatûn, diyar kir ku qeyûmê ku ew hedef nîşandane ne muxatabê wan e û got: "Em ê nehêlin ev kes me bêîtibar bikin. Ji lew re yên ev îtibar dane me ne ew in."    * Dayik û bavê girtiyê nexweş Kenan Yurek xwestin ku herkes ji bo girtiyên nexweş rabe ser piyan û piştgiriya nobetên edaletê yên ji bo girtiyên nexweş hatine destpêkirin bikin.   * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar wê di roja 302'emîn de berdewam dike.    * Xizmên girtiyan ku li Enqerê ne wê îro serdana DEVA, EMEP, Partiya Çepigir, TÎHV'ê bikin. (10.00- 15.00)   * Siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ku dema qedexeyên derketina dervve hatibûn kuştin wê li navenda Şirnexê li ser gorên xwe bên bibîranîn. (11.00)   * Şaxa OHD'ê ya Mersînê wê li avahiya xwe bi Serhat û Îsmail Yolgin ku li emniyetê hatibûn îşkencekirin civîna çapameniyê li dar bixe. (12.00)   * Wê Dersim, Amed, Îzmîrê ji bo salvegera windakirina  xwendekara zanîngehê Gilistan Dokû daxuyanî bên  dayîn. (12.00-18.30)   * Komeleya 78'an wê li Amedê li Qada Şêx Seîd derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * 'Nobeta Edaletê' ya li Amed û Wanê ji aliyê malbatên girtiyan ve hatibûn destpêkirin berdewam dikin. (13.00-16.00)    * Hevserokê Giştî yê HADEP'ê Mûrat Bozlak di salvegera mirina xwe de wê li gundê Aktaş ê navçeya Şereflîkoçhîsarê li ser gora xwe bê bibîranîn. (13.00)   * Şaxa Îzmîrê ya ÎHD'ê wê li avahiya xwe derbarê leşker Kemal Guler ku li Şirnexê li leşkergeha xwe bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû civîna çapameniyê li dar bixe. (13.00)