Lêpirsîna têkildarî kuştina Aktaş 8 sal in wek xwe yî berê ye! 2022-01-05 09:01:28 WAN - Di lêpirsîna derbarê 7 polîsan de ku di bûyerên Kobanê de Yûnûs Ateş kuştibûn, 8 sal in wekî xwe yî berê ye. Li Wanê di 9'ê Cotmeha 2014'an de, di protestoyên Kobanê de Yûnûs Ateş bgi fîşekên polîsan jiyana xwe ji dest dabû. Lêpirsîna têkildarîmirina Ateş 8 sal in wekî xwe yê berê ye.   Piştî mirina Aktaş, 11 polîsên di tiliya wan di bûyerê de hatin tespîtkirin lê belê tenê derbarê 7 polîsan de bi sûcên "kuştina bi qesdî" û "birîndarkirina bi qesdî ya bi çekê" lêpirsîn hatibû destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Wanê, di 16'ê Sibata 2015'an de bi biryara "neşopandinê" ve lêpirsîn bi dawî kiribû. Lê piştî parêzeran di 10'ê Adarê de serî li dadgehê dabûn, Dadgeriya Ceza ya Sulhê jî biryar dabû ku lêpirsîn ji nû ve bê destpêkirin. Lê belê di ser vê biryarê re 7 saş derbas bûne, hê jî lêpirsîn veneguheriye dozê.    Ji ber ku lêpirsîn wekî xwe yê berê ye, malbata Yûnûs Aktaş serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê da û doza alîkariya hiqûqî kir.    Serokê ÎHD a Şaxa Wanê Mehmet Karataş, bibîr xist ku AKtaş gava ji bo cixareyê bikire ji malê derketiye çek lê hatine teqandin û jiyana xwe ji dest daye. Karataş, bilêv kir ku hê jî dosyeya têkildarî mirina Aktaş vekiriye, lê belê derbarê polîsên gumanbar d elêpirsînek çalak nehatiye kirin.    Karataş destnîşan kir ku demildest divê lêpirsînek çalak bê kirin û kiryar bên dîtin û got: "Ji bo ku dosye bi bêcezatiyê bi dawî nebe, em ÎHD em ê şopdarê vê pêvajoya hiqûqî bin."