Midûrê polîsan: Serokê HDP'î xwest bûyeran bide sekinandin 2022-01-05 09:08:45 ENQERE - Midûrê Midûriyeta Polîsan ê Tarsûsê yê wê demê Haydar Çelîk ku di Doza Kobanê de bi sifetê mexdûr îfadeya wî hat girtin, diyar kir ku di 4'ê Cotmeha 2014'an de serokê HDP'ê hatiye cem wan û hewl daye pêşî li ber bûyeran bigire.  8'emîn Danişîna Doza Kobanê di 30'yê Kanûnê de temam bû. Di çaçroveya vê dozê de hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê jî di nav de 22 jê girtî 108 kes tên darizandin.    Di danişînan de parêzeran xwetsibûn ku tevahiya îfadeyên muştekî û mexdûran daxilî nav dosyeyê bên kirin. Dadgehê jî daxwaza parêzeran qebûl kiribû û di biryara xwe ya navberê de cih dabû îfadeya gel muştekî û mexdûran.    Yek ji van kesan jî Midûrê Midûriyeta Polîsan a Tarsûsê yê berê Haydar Çelîk e. Di danişînê de îfadeya Çelîk bi sifetê mexdûr hat girtin. Îfadeya Çelîk, îfadeyên sîyasetmedar û parêzeran ku tim dibêjin "Ji bo bûyer sivik bibin û biqedin rayedarên HDP'î hevdîtin bi rayedarên dewletê re kirin. Ji bo bûyer biqedin tevgeriyan" jî piştrast dike.    Çelîk, di îfadeya xwe de aniye ziman ku gava Midûrê Midûriyeta Polîsan a Tarsûsê bûye, ev bûyer çêbûne û di 4'ê Cotmeha 2014'an de mudaxileyî êrişa li hemberî MUSTAZAF-DER'ê kirine. Çelîk, di îfadeya xwe de aniye zian ku di 8'ê Cotmehê de jî gava li benda rayedarekî saziyên civaka sivîl bûye anons hatiye kirin û piştî vê hevdîtin betal kiriye û çûye cihê bûyerê û gotiye: "Min yekîne koordîne kirin. Wê kêliyê li Taxa Barbarosê, min dît ku yek bi çekê ez hedef digirim. Gava min hewl da xwe bidim alî ew kes bera min da û ez ji milê xwe birîndar bûm. Her wiha welatiyekî li wî aliyê rê jî ji qirika xwe û welatiyek din jî ji nava xwe birîndar bû. Ev kes, tenê bûyerê temaşe dikirin. Kiryarê vê bûyerê Mûhammet Şîrvan Kaya paşê hat zevtkirin."    ‘SEROKÊ HDP'Î HEVDÎTIN BI ME RE KIR'   Çelîk, di berdewama îfadeya xwe de diyar kiriye ku di 4'ê Cotmehê de rayedarên HUDA-PAR û HDP'ê hevdîtin bi wan re çêkirine û got: "Ji her du aliyan, yanî serokê HUDAPAR'ê û serokê HDP'ê ji bo bûyer biqedin tevgeriyan. Lê di 8'ê Cotmehê de me xwest em xwe bigihînin serokê HDP'ê, lê me nikaribû xwe bigihînê."    Çelîk, diyar kiriye ku ji ber birîna xwe emeliyat bûye û got: "Gûzeka min seqet ma." Çelîk, di îfadeya xwe de aniye ziman ku giliyê hemû kesên tevli bûyeran bûye kiriye.    PERÊ ÎKRAMÊ   Çelîk di îfadeya xwe de xwestiye zirara wî bê telfaîkirin. Çelîk gotiye: "Ji ber van bûyeran nêzî 6 mehan li malê mam û kesên hatins erdana min min tişt îjramî wan kirin. Ji bo vê min nêzî 10 hezra TL deyn kir. Lewma dixwazim ev zirara min a madî bê telafîkirin."    MA / Zemo Aggoz